Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve 2020-09-16 14:39:20 NAVENDA NÛÇEYAN – Egîtîm Senê diyar kir ku pêwîste tevdîrên li dijî koronayê werin girtin û perwerdehiya rûbirû were destpêkirin û MEB jî ji berpirsiyariyê direve.    Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Amed û Wanê têkildarî perwerdehiya rûbirû û vekirina dibistanan daxuyanî dan çapemeniyê.    Rêveber û endamên Şaxên Jimarên 1’an û 2’yan ên Egîtîm Sena Amedê li ber Miduriyeta Perwerdehiya Millî ya Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Welat Kaya diayr kir ku hikumeta AKP’ê pandemiyê veguherandiye fersendê û çav berdaye muçeyên kedkaran.    AMED   Hevseroka Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Sena Amedê Emîne Akşahîn da zanîn ku jî tevî hemû hişyariyan jî ji bo perwerdehiya rûbirû û ji dûr ve amadekarî nehatine kirin û heta ku tevdîr neyên girtin û her gava were avêtin dê ji bo xwendekar, perwerdekar û tevahiya welat xetereya koronayê zêdetir bibe. Akşahîn diyar kir ku şertên jiyan û xebata kedkarên perwerdehiyê di bin tesîra krîza aborî de dimîne û debara wan her ku diçe zehmettir dibe û divê dahta perwerdekaran were dabînkirin.    WAN    Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê jî bi heman armancê li avahiya sendîkayê daxuyanî da çapemeniyê. Sekretera Şaxa Egîtîm Senê Hulya Atli got pêwîste ji serê pêvajoya şewbê de perwerdehiya rûbirû bihata kirin û perwerdehiya dûr wekheviya heyî jî bêtir kûr dike. Atli anî ziman ku divê tevdîrên pêwîst ên li dijî koronayê werin girtin û tevî hemû hişyariyan jî Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) tevdîrên pêwîst û amadekarî nekiriye û MEB ji her cûre pêdiviyên li dijî tevdîrên koronayê direve û naxwaze berpirsiyariyê bigire ser milê xwe.