Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî 2020-09-16 09:51:11 STENBOL - Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû, diyar kir ku divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe yên rageşiyê yên siyaseta derveyî welat berde û bi polîtîkayên aştiyane, vegere ser maseya siyasî.    Piştî pêvajoya diyalogê ya di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê salên 2013 û 2015’an hat meşandin bi dawî bû, desthilatdariyê ji ber polîtîkayên xwe yên bi rêve birin, welat xist nava tengaviyek mezin.   Desthilatdariyê di heman demê de bi van polîtîkayan aboriya welat xist nava çiravê. Rewşa heyî her ku diçe xirabtir dibe. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alî Kenanoglû, polîtîkayên şer ên desthilatdariyê yên li herêmê, welat û Rojhilata Navîn bi rêve dibe, nirxandin.    Kenanoglû, bal kişand ser bi dawî anîna pêvajoya diyalogê û wiha axivî: “Polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî gelê kurd diyarin. Ji ber vê yekê li dijî Herêma Kurdistana Federe û Sûriyeyê operasyon dan dest pê kirin.    Kenanoglû, diyar kir ku ji ber ku polîtîkayên desthilatdariyê yên li Sûriyeyê negirtin, bi dewleta kûr re bû yek û wiha got: “Kurdan li Sûriyê, Îran û Iraqê xwestin ji bo jiyana xwe ya azad, qad û herêmên nû ava bikin. Lê desthiladariya AKP’ê ev yek qebûl nekir, pêvajoya çareseriyê bi dawî kir, mase quliban û dest bi pêvajoya şer kir. Erdogan di vê pêvajoyê de, bi dewleta kûr re hevkarî kir û polîtîkayên siyaseta şer hem di hûndir de, hem jî ji derveyî welat da meşandin. Bi van polîtîkayan xwestin ku li Rojava, Sûriye û Kurdistana Iraqê kurdan îmha bikin.”   ‘BARZANÎ XETAYÊN MEZIN DIKE’   Kenanoglû, serdana Serokê Rêveberiya Kurdistana Federe Nerçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê nirxand û wiha bilêv kir: “Ev xetayek pir mezin e. Li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, ji bo Yekitiya Neteweya Kurd ava bibe xebatên mezin tên kirin. Ji bo tevahiya kurdan, tekane rêya çareseriyê bi avakirina yekitiya neteweyî pêkane. Bila bê zanîn ku tu qezencên herêmî wê azadiya kurdan pêş nexwe. Li herêmê, ji bilî rêveberiya Nêçîrvan Barzanî tu dostekê Tirkiyeyê nîne. Divê mirov ji vê jî mabe encamê ji bo xwe derbixe. Divê hikumeta Barzanî ji bilî berjewendiyên xwe yên dem kurt, li ser destkeftiyên gelê kurd bifikire.”   MA / Ferhat Çelik