Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin 2020-09-16 09:10:14 RIHA – Li Deşta Pirsûsê, ji ber bilindbûna avên binî erdê, avdaniya ne birêkûpêk û kêmbûna derbasokên avê, gelek gund û erdên çandiniyê bi talûkeya ku di bin avê de bimînin re rûbirû ne.   Li Deşta Pirsûsê ya Rihayê, ji ber bilindbûna avên binî erdê, avdaniya ne birêkûpêk û kêmbûna derbasokên avê, gund û erdên çandiniyê di bin avê de man. Sedema bingehîn ku rê li ber vê yekê vekir jî Projeya Avdaniya Pompajê ya Deşta Pirsûsê ku berî temam bibe ji hêla Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ket meriyetê ye. Ji ber venekirina derbasokên avê û teqandina boriyan proje niha ji çareseriyê bêtir bûye pirsgirêkeke mezin.   Di encama vê yekê de li 20 gund û mezraya ava binî erde bilind bûye û bi hezaran donim erd bi talûkeya ku di bin avê de bimînin re rûbirû ye. Bilindbûna ava binî erde bûye sedem ku avên çalên sexûran jî rabin. Dîsa erdên ku ji ber vê yekê bûne çirav jî bûne sedema zêdebûna kermêşan. Ji ber van hemû sedeman tenduristiya gelê li herêmê di bin talûkeyê de ye.    ‘KESÊ ELEQE BIKE TUNEYE’   Yek ji gundên ku ev pirsgirêk lê peyda bûye Gundê Kubika Çareba ye. Gundiyê bi navê Mûstafa Karak, diyar kir ku avên ku diçin bin erde piştî demekê di nav gund de dize û wiha got: “Ji ber vê yekê em nikarin li gund avahiyan lê bikin. Asasê avahiyan di bin avê de dimîne. Em kesên berpirsyar nabînin. Em diçine DSÎ’yê ji me re dibêjin biçin ŞÛSKÎ’yê. Ew jî bi me re eleqedar nabin. Divê bi awayekî lezgîn derbasokeke avê bê çêkirin. Ji bo ku derbasok bê çêkirin min darên xwe yên ku bi salan ked dida wan birî. Lê tu kes eleqe nake. Wê di nêz de malên me ji avê xesar bibînin û hilweşin. Li kura gund tu bêrekî li erdê av davêje.”   ‘WÊ GUNDÊN ME DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN’   Baran Karak jî destnîşan kir ku ji ber Projeya Avdaniya Pompajê ya Deşta Pirsûsê bêrî ku temam bibe ketiye meriyetê, bi pirsgirêkên ku dijîn re rûbirû mane û ev tişt anî ziman: “Cihekî ku avê biçê tuneye. Ji ber vê jî av li cihên mal lê hene belav dibe. Ji ber ku cihê Pirsûsê çel e, avên binî erdê jî bilind bûne. Berhemên çandiniyê yên ku min îsal çandin hemû rêziyan, me tiştek jê negirt. Li 20 gundan heman pirsgirêk heye û wê ev 20 gund di bin avê de bimînin. Niha gundê me wergeriyaye çiravê. Ev pirsgirêk timik di navberê de tê hiştin. Divê êdî çareseriyek bê dîtin.”   Navê gundên ku ava binî erdê li wan zêde bûye û erdên wan ên çandiniyê xesar dîtine wiha ne: “Tileynter, Eskîce, Midêva Piçûk, Midêva Mezin, Mizar, Kurê Mûsa, Qırıka, Tionek, Bîlge, Kovali, Kubika Çareba, Mezraya Hecî Ahmed, Xerabsor, Hecek, Zaret û Mele Hemze.”