Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê 2020-09-16 09:09:40   STENBOL – Endamên MATÛHAY-DER’ê diyar kirin ku desthilatê şewba koronayê li girtîgehan werguherandiye fersendê û ji ber vê yekê binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne û banga hestyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kirin.    Li gorî rapora ku Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi raya giştî re parve kiriye, li girtîgehan 600 jê giran bi giştî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve tedawiyên wan bi hincetên cûda tên astengkirin û rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan her roja ku diçe li girtîgehan zêde dibin.    Endamê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Ferhat Yildiz, bal kişand ser vê rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku bi awayekî nivîskî gelek caran derbarê mijarê de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropaya (DMME) û saziyên hiqûqî dane lê ji bo çareserkirina pirsgirêkê bersiv negirtine.   ‘ŞEWB WERDIGUHERE FERSENDÊ’    Yildiz, da zanîn ku bi rakirina hevdîtinê vekirî ya ji ber pandemiyê re tecrîda li girtîgehan kûrtir bûye û wiha got: “Li şûna ku girtî bê berdan û ji vîrûsê dûr bê girtin, pêkanînên berovajiyê vê pêk tên. Tecrîda li ser girtiyan tê kûrkirin. Desthilat, pandemiyê li ser girtiyên siyasî werdiguherîne fersendê. Di serî de mafên girtiyên nexweş bi giştî mafên girtiyan tên binpêkirin. Bi taybetî jî mafê ragihandin û agahî girtinê tê xespkirin. Pirtûkan nadin girtiyan û jimartina li ser piya li girtiyan ferz dikin. Cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn. Divê ev pirsgirêk bêyî ku dereng bên xistin bên çareserkirin.”   ‘TACÎZ, HEQARET, AVA NEPAQIJ…’   Endama MATÛHAYuDER’ê Zubeyde Gursul jî destnîşan kir ku neheqî û bêhiqûqî li girtîgehan gihîştiye asteke micid û derbarê mijarê de ev tiş anî ziman: “Li Girtîgeha Afyonê bi nameyên ku ji xizmên wan ji wan re tên heqaret li girtiyan tê kirin. Li Girtîgeha Bakirkoyê 15 girtî lim kogûşekê dimînin. Di nav van kesan de girtiyên nexweş jî hene. Li Girtîgeha Panosê 2 sal in ava paqij nayê. Girtî ji ber vê avê nexweş dikevin. Li gelek girtîgehan mînakên bi vî rengî hene. Dema ku girtiyên nexweş daxwazên xwe yên nexweşxaneyê tînin ziman heqaret li wan tê kirin. Divê ev pêkanîn demildest bi dawî bibin. Divê em li dijî van pêkanînan deng derbixin. Banga hestiyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dikim.”