Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin 2020-09-16 09:08:53   ŞIRNEX- Toza ku ji qada şikandin û bêjingkirina komirê ya li gundê Avgamasya hatiye avakirin dertê, bi ser mal û erdên çandiniyê de dibare. Jinên gund nêrazîbûn nîşanî rewşê dan û destnîşan kirin ku heke bi koronayê nemirin dê bi toza komirê bimirin.    Beriya çend salan li gundê Avgamasya yê Şirnexê qada şikandin û bêjingkirina komirê hat avakirin. Ev yek jiyan li gundiyên Avgamasyayê jehrî kir. Avgamasya ku heta vê salê xwediyê xwezayek hêşîn û erdên bi bereket bû, niha zevî,  bax, baxçe û xaniyên gund ji ber toza komirê nayên dîtin. Ji ber ku qad li ber liseya li gund hatiye avakirin, xwendekar jî ji vê bi awayekî neyînî bi bandor dibin. Gundî ji ber vê rewşê bi bertek in û daxwaz dikin ku qada şikandin û bêjingkirina komirê ji gund bê rakirin. Der barê mijarê de jinên gund axivîn û diyar kirin ku toza komirê jiyan li wan heram kiriye û gotin ku ji bo rakirina qada komirê wan bi dehan caran îmze kom kirine lê bê encam mane.    ÎMZEYAN BETAL DIKIN    Vesîle Gûngen, diyar kir ku ji ber toza komirê zarokên wan nexweş dikevin û wiha axivî: “Ji vî gundî xweştir gund tune bûn. Cihê me gelek xweş bû. Lê piştî ku qada şikandina û bêjingkirina komirê hat vekirin, jiyan li me jehrî bû. Em dest davêjîn çi bikomir e. Salê em 10 caran berikên xwe dişon. Bi şûştina malê em nagihîjin karek cuda bikin. Mafê wan tuneye ku vê zilmê li me dikin. Fêkî û zebzeyê me dimîne, em nikarin biçîn kom bikin. Ji ber ku hemû qirêje.Bi toza komirê reş dibin û nayên xwarin. Kes heqê me napirse. Em bi hesretin ku ji derve qedehek çayê vexwin. Ji bo ku ji vir rakin, em her sal bi dehan caran îmze kom dikin. Lê dewlemend li pey rantê ne û van îmzeyan betal dikin. Ji vê tozê herkes zirarê dibîne.  Em nikarin paceyên malên xwe vekin. Em nikarin kincên spî li xwe bikin. Divê qada komirê ji vir rakin.”   ‘EM JEHRÎ DIBÎN’   Adîle Bayat jî bal kişand ser bandora toza komirê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Em ji vê komirê gelek aciz in. Ev 15-16 sal in em qehra vê tozê dikişînin. Ji ber toza komirê mirov naxwaze li ser berikan nimêj bike. Ez bixwe nexweş im. Ji ber vê toza komirê ez bi nexweşiya bêhntengiyê ketim. Ji ber vê tozê rewşa me baş nîne û tendûristiya me di xetereyê de ye. Em dixwazin vê qada komirê ji gundê me dûr bixin. Ji ber toza komirê em nikarin li ber deriyê mala xwe rûnin. Em jehrî dibin.”   'GER EM BI KORONAYÊ NEÇIN, EM Ê BI TOZA KOMIRÊ BIÇIN'   Dewlet Gûngen jî îşaret bi neyiniyên toza komirê kir û wiha got: “Em fêkî û zebze diçînin çênabe. Em bi qasî 50 TL’yî jî ji vî fêkî û zebzeyî sûd nagirin. Bila dewlemend bes vê zilmê li me bikin. Wesayîtên ku komir hildigirin bê kon dibin. Lê ew nikarin vê yekê li Rîzê yan jî li Trabzonê bikin. Gava ku dor tê bajarên kurdan, ew her tiştî bê tedbîr dikin. Ez nikarim di bexçeyê xwe de li gel zarokê xwe xwarin bixwem. Ma ev heqê xwedê ye? Em nikarin biçin ser rêyên xwe. Em heta çokên xwe dibin bi komir. Dibêjin xwe ji şewba vîrûsa koronayê  biprêzin. Em ê çawa xwe biparêzin? Komira we me dikuje. Ger em bi koronayê nemirin jî em ê bi toza komirê bimirin. Em dixwazin ku li gundê xwe jiyaneke bi tendûrîst û paqij bijîn.”   MA / Zeynep Dûrgût