Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn 2020-09-15 16:49:58   AMED – Dadgehê li polîs Bûrhan Kolbaşi yê bû sedema mirina zarokekî û 2 kesên din 4 sal û 2 meh cezayê hepsê lê birî lê belê vî cezayî veguherand 45 hezar û 600 TL cezayê pereyan.    Li navçeya Licê ya Amedê di 19’ê hezîrana 2017’an de polîsê bi navê Bûrhan Kolbaş ê wesayîta zirxî diajot li dolmîşek qeliband û Zîlan Yamankiliç a 10 salî û Remzî Menteşe û Îlhan Ayaş jiyana xwe ji dest dan. Ji sûcê “bi qestî ji kesek zêdetir însan kuştiye” doz li polîs Kolbaşi hat vekirin. Danişîna biryara dozê îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Malbata Yamankiliç û parêzerên wan û parêzerê Kolbaşi beşdarî dozê bûn.    Şandeya dadgehê rapora amade kiribû xwend û di raporê de polîs bêqisûr dît. Dozger xwest ku Kolbaşi were cezakirin.   Piştî parastinan şandeya dadgehê ewilî 5 sal ceza lê birî û paşê jî vî cezayî daxist 4 sal û 2 mehan. Dadger bi vê yekê re jî sînor nema û cezayê hepsê veguherand cezayê pere û 45 hezar û 600 TL cezayê pereyan birî.