DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da 2020-09-15 15:12:03   ENQERE – DMME’yê derbarê serlêdana nivîskar Ragip Zarakolû de biyara “binpêkirinê” da.    Derbarê akademîsyen, nivîskar û weşanger Ragip Zarakolû de di bin navê “KCK’ê” de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Zarokulu têkildarî vê biryarê de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da û ev serlêdan bi encam bû. DMME’yê derbarê Zarokulu de biryara ku mafê wî yê azadî û ewlehiyê û “derbirîna ramanê” hatiye binpêkirin da.    Parêzer Benan Molû biryara DMME’yê di hesabê xwe yê medya civakî de ragihand.   ÇI BÛBÛ?   Ragip Zarakolu di 27’ê cotmeha 2011’an de bi boneya li Akademiya Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê dersa dabû di çarçoveya operasyona “KCK” de hatibû binçavkirin û ji ber vê sedemê yanî bi îdiaya “endamê KCK’ê” hatibû girtin û derbarê wî de doz hatibû vekirin. Zarakolû di 10’ê nîsana 2012’an de hatibû tahliyekirin. Doza wî li Dadgeha Stenbolê didome û têkildarî vê yekê serî li DMME’yê dabû.