Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê 2020-09-15 14:54:53   WAN – Li navçeya Şaxê ya Wanê ji du kesên hatibûn binçavkirin, di rapora lêdanê ya Osman Şîban de derket holê ku êşkence lê hatiye kirin.    Li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên derketibûn operasyonê Servet Tûrgût (55) ê bavê 7 zarokan û Osman Şîban (50) ê bavê 8 zarokan binçav kiribûn. Haya kesî jê çênebûbû. Piştî wan li Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Wanê razandibûn bûyera binçavkirina wan derketibû holê. Her du welatî jî hêj di beşa rewşa awarte de tên ragirtin û rewşa Tûrgût cidî ye û tê gotin rewşa Şîban ber bi başbûnê ve diçe. Malbatên her du welatiyan jî li ber nexweşxaniyê disekinin.    ÊŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN    Derket holê ku leşkeran Şîban di 11’ê îlonê de birine nexweşxaneyak taybet û rapora lêdanê ji bo wî hatiye amadekirin. Di raporê de derket holê ku êşkenceyek giran li Şîban hatiye kirin, xwîn vedireşe û pêdivî pê hatiye dîtin ku bibin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê.