Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be 2020-09-15 10:00:29 ŞIRNEX - Hawirdorparêz ên ku  ji bo piştgiriyê bidin çalakiya HDP'iyan a li dijî şewatê hatine Şirnexê bang li rojava Tirkiyê kirin ku li dijî talana xwezaya Kurdistanê bêdeng nemînin û gotin: "Divê em li dijî şewata daristanan bibin yek û dengê xwe bilind bikin." Li herêma Şirnexê bi destpêkirina operasyonên leşkerî re li çiyayên Cûdî, Gabar, Besta daristan tên şewitandin. Li van deveran 3 meh in şewata daristanan didome. Şewata ku duh li ser lûtkeya Çiyayê Gabar a li hember bajarokê Dergûlê ya Şirnexê dest pê kir didome. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li dijî xemsariya şewata daristanan çalakiya rûniştinê ya 3 rojan li dar xistibû. Piştî çalakiya rûniştinê  hawirdorparêz ango ekolojîst ji bajarên Mêrdîn, Amed, Dersîm û Enqereyê hatin Şirnexê û piştgiriya HDP'iyan kirin û li herêmê lêkolîn pêk anîn. Ekolojîstên ji Dersîm û Enqereyê hatin derbarê şewatê de axivîn.    'XWEZAYA BOTANÊ HATIYE WÊRANKIRIN'   Hevserokê  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê û endamê Meclîsa Mûnzûr Bila Azad biherike Îbrahîm Kasun anî ziman ku herêm bi talanek mezin re rûbirû ye û got: "Me li vir dît ku Cûdî hate şewitandin û her der di bin talûkeyê de ye û xwezaya Botanê hatiye wêrankirin. Di heman demê de, zirarên Santrala Termîk a li vir hatine çêkirin jî pir in. Dema ku hûn  li dijî giyanê vê erdnîgariyê tevdigeriyan wê demê hûn zirar didin. Santrala Termîk karesatek e. Hem çandiniya herêmê qedandiye û hem jî sewalkarî qedandiye. Di pêvajoyek ku karbondîoksîtê ew qas dijwar e û dibe sedema karesatek hawîrdorê de, ne aqilane ye ku mirovên herêmê tên  jehrîkirin. Tu wateya vê ya zanistiyê jî tune ye. Ev karesatek e."   'DIVÊ ÇALAKÎ BÊN ZÊDEKIRIN'   Kasun bang li hemû derdorên demokratîk û civakî kir ku li dijî şewatan bêdeng nemînin û wiha got: "Banga me li tevgerên ekolojîst ên li Tirkiyê re heye. Divê çalakiyên li dijî şewatan bên zêdekirin. Yek carî jî divê em xwe bêdeng nekin. Her wiha em dikarin ji gelê Botanê re bêjin ku dema daristanên me hatin şewitandin, ji ber ewlehiyê rê nedan ku em jî mudaxile bikin. Lê me ev qedexeye nas nekirin bi awayeke bi rêxistinî me derbas dikirin û bi komî em diçûn cihê ku şewat derdiket. Ji ber vê yekê, divê gelê Botanê jî li hemberî vê mijarê bi hestiyarî tevbigere."   Nurgûl Yalay jî ya ku ji Dersimê hat Şirnexê wiha axivî: "Li Dêrsimê jî talankirina xwezayî pêk tên. Hilweşînek cidî heye. Gelê Dersimê di vî warî de têdikoşe. Divê mirovên li vê herêmê jî daristan, xweza û çiyayên xwe biparêzin. Divê hawirdorparêz bibin dengê her dara ku li vir dişewite ye. Beriya her tiştî, xwezaya me jiyana me ye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî şewatên herêmê bi hestiyarî tevbigerin."   'GER EM BI HEVRE BIQÎRÎN EM Ê BIKARIBIN VEMIRÎNÎN'   Hevseroka HDP'ê ya Dersimê Nurşat Yeşîl jî bal kişand ser şewatên daristanan û wiha got: "Helwesteka hikûmetê ya bi salane ew e ku mudexeleyê li şewatên vê erdnîgariyê nake. Lê em vê yekê xwezayî nabînin. Ev dijminahiya bi xwezayê re ye. Em vê nêzîkatiyê wisa pênase dikin. Me berê li Dersimê ceribandibû. Nêzîkatiyek  heye ku nahêlin em biçin herêmên ku dişewitîn vemirînin. Bi hincetên ewlehiyê me asteng dikin. Mîna her serdemekî ev serdem jî dijwar e. Wekî mirovên ku ji Dêrsimê ji tekoşîna xwezayê tên, me îro berxwedana gelê Botanê li vir dît. Lê mixabin, ew hesesiyeta ku me li dijî şewatên li rojavayê Tirkiyê nîşan dan, wan îro heman bertek nîşan nedan. Wan îro heman tişt ji bo xwezaya me nekir. Dema ku em tenê bin, dengê me lewaz derdikeve. Lê dema ku em bi hev re bin, em bi hêz in. Loma em dikarin bi girêdana Behra Reş, Dêrsim û Botan dengek xurt derxînin. Têkoşîna me ya  hawîrdorê tenê ev tişt dikare xurt bike. Em ê li dijî her şewatekî  têkoşîna xweya xwezayî bidomînin."   'XWEZA BI ZANEBÛN TÊ WÊRANKIRIN'   Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Asrîn Keleş jî da zanîn ku lêkolînên ku wan li herêmê kirine wê bikin rapor û pişt re bi raya giştî re parve bikin û wiha got: "Xwezaya me bi zanebûn tê wêrankirin. Ger em bi rêxistin bin, em dikarin têkoşîna xwe bi hêz bikin. Jixwe her deverên Tirkiyê tên talankirin. Em ne tenê li rojavayê Tirkiyê, li ku darek bişewite divê em li wir bin û li wir tebikoşin. Ez dipirsim gelo ew Wezareta Daristanan di her fersendekî de pesnê xwe dide ku 'gelek helîkopterên me hene, ewqas amûrên me yên şewatê hene, ewqas tîmên agirkujiyê hene.' Ez jî dipirsim ev amûrên we nikarin werin Şirnex? Nikarin vî agirî vemirînin? Beriya her tiştî, banga me ev e ku rayedarên saziyê erkdar xwe bi lezgîn pêk bînin. Banga min a duyemîn ji hemî tevgerên ekolojiyê re heye, em cûdakariyê nekin. Em çawa ku daristanên rojava dibînîn, em yên Şirnexê jî bibînin. Ger ku em bi hevre dengê xwe bilind bikin, em dikarîn vî agirî bidin vemirandin. Bi taybetî divê xelkê Botanê li dijî şewatê berteka xwe nîşan bide û zêdetir xwedî li xwezaya xwe derbikeve."   MA / Zeynep Dûrgût - Mujdat Can