Li Dersimê 2 bira winda bûn 2020-09-14 16:32:56   DERSIM - Li Dersimê du birayên hev Mehmet û Bozkûrt Aydemîr ji duh ve agahî ji wan nayê girtin.    Du birayên hev Mehmet ê 41 salî û û Bozkûrt Aydemîr 48 salî yên çûn Parka Netewî ya Geliyê Mûnzûr a Dersimê ji duh ve agahî ji wan nayê girtin. Hat hînbûn ku her du bira di şîrketeke gaza xwezayî de dixebitîn. Ekîbên eskerî û AFAD’ê piştî derbarê bûyerê de hatin agahdarkirin, dest bi xebata lêgerîna her du birayan kirin. Ekîbên ku heya niha li ber peravên avê xebatên lêgerînê bi rêve birin, diyar kirin ku 2 cotên pêlavan ên aîdê her du birayan dîtin e.     Li aliyê din, hat dest nîşan kirin ku li ser wesayîta du birayan nişeya “Ji bo rewşên awarte” reqema telefonê li ser nivîsandî hatiye hiştin.    Hat diyar kirin ku xebatên lêgerînê yên li herêmê dewam dikin.