Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan 2020-09-14 14:45:31 DERSÎM - Rêxistina EMEP’ê ya Dersimê, bertek nîşanî îhaleya madenê ya ku tê plankirin li Dersimê bê avakirin da û got: “Dixwazin jêderkên me yên sererd û binerd talan bikin û gel bêpêşeroj bihêlin.”   Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Dersimê, li dijî 11 herêmên veguherandin qada madenê li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Çiyayên Dersimê ji zerên herî biha, bi nirxtire” hat vekirin. Ji rêveberên rêxistinê Hidir Demîr, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Sermayedarên çav birçî û desthilatdariya wan, çavên xwe berdana erdnîgariya bêhempa ya Dersimê. Şirketên biyanî yên ku piştgiriyê didin şirketetên alîgirên lêgerînvanên madenê, hene. Dixwazin ser û binê jêderkên Dersimê talan bikin û gel bê pêşeroj bihêlin. Dixwazin ava, hewa û zindiyên me jehr bikin. Ev erdnîgariya me dibin gefên mezin ên sektorên madenê dene. Em bang li hemû kesî dikin ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî ya li dijî van sektorên madenê bi cih bînin.”