Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin 2020-09-14 13:22:13   AMED – Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, ji ber ku 2 saetan ceyran hat birîn testên vîrûsa koronayê nehatin kirin.      Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê, li beşa ku testên vîrûsa koronayê lê tên kirin, bi qasî 2 saetan ceyran hat birîn. Ji ber ku jeneratör jî tunebû, test nehatin kirin. Hat berdana ceyranê mirov ji bo testê li ber deriyê beşê li dû hev rêz bûn. Piştî birîna 2 saetan a ceyranê careke din test hatin kirin.