Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan 2020-09-14 13:21:43 AMED - 4’emîn danaşîna Hevşaredara Karazê ya qeyûm tayînî cihê wê hat kirin û ji peywirê hatibû girtin hat dîtin û derbarê wê de biryara berdanê hat dayîn.     4’emîn danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Hevşaredara navçeya Karazê ya Amedê Rojda Nazlier a qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û ji peywirê hatibû girtin de, hat vekirin îro hat dîtin. Danişîn li 11’enîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina yekemîn a danişînê de, nîqaş di navbera parlamenteerên HDP û şandeya dadgehê de derket. Ji ber vê danişîn dûre girtî hat dîtin. Nazlier, ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bunyan a Qeyseriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Resûl Tamûr, Diyar Çetedîr û Bawer Mizrak jî, di danişînê de amade bûn.    Piştî danasîna nasnameyê, dirûşme hat destpêkirin. Dozger xwest Nazlîer bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin û girtina wê dewam bike.    Parêzerên Nazlier, ji bo parastina xwe ya li dijî mutalaya dozger amade bikin dem xwestin û daxwaza berdana muwekîla xwe kirin.    Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku delîlên derbarê Nazlier de bên komkirin, dema girtina wê li ber çavan girt û biryara berdana wê da.