Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye 2020-09-14 09:20:57   STENBOL - Rojnamevanên kurd, diyar kirin ku li ser erdnîgariya kurdan ji zû de ye şer û komkojî pêk tên û gotin: "Dermanê êş û birîna me ya bi hezaran salan yekîtiya neteweyî ye."    Her diçe li erdnîgariya kurdan binpêkirinên mafan zêdetir dibin û şer jî gurtir dibe. Rojnamevanên çar perçeyên welêt êrîşên li ser kurdan nirxandin û bal kişandin ser "yekîtiya neteweyî."   Rojnamevan Ekrem Berakat ku li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê didomin. Berekat, destnîşan kir ku armanca van êrîşan pergala Modernîteya Demokratîk a gelê kurd e. Berekat, bilêv kir ku kurd li dijî kesî ranabin û bal kişand ser têkşikandina DAIŞ'ê: "Piştî vê kurd liq ada navneteweyî hatin naskirin. Berê li qada navneteweyî nîqaşên bi rengê 'Gelo krud hene yan ne?' dihatin kirin. Lê belê piştî têkoşîna ji Kobanê dest pê kir heya Dêra Zorê çû, kurd hatin naskirin. Niha cîhan hemû kurdan nas dike. Lê belê mijara 'Gelo wê kurd bibin xwedî statu yan na?' tê nîqaşkirin. Di rewşeke wiha de yekîtiya neteweyî ya kurd bivênevê ye."   DIVÊ BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ ESAS BÊN GIRTIN   Berekat, destnîşan kir ku rêya zeximkirin û parastina destkeftiyan yekîtiya neteweyî ye û got: "Yekîtiya ku divê bê kirin, divê ne yekîtiyeke navbera perçeyan be, divê yekîtiyeke neteweyî be. Ev qas tişt bi dest ketin. Ev, ji bo kurdan tiştekî cara ewil bû. Lewma ji bo parastna destkeftiyan divê yekîtiyeke Kurdistanî bê avakirin. Ev yekîtî divê tenê ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê li tevahiay Kurdistanê pêk bê. Dibe ku fikr û raman û bîrdoziya partî û rêxistinan cuda be, lê belê divê ji bo hebûna gelê kurd ev berjewendiyên şexsî û partiyî li hêlekê bimînin û li ser asasên berjewendiyên neteweyî yekîtiyeke neteweyî pêk bê."   REXNEYA LI ENKS'Ê   Her wiha Berekat di vî warî de ENKS'ê rexne kir û got, nêzîkatiya ENKS'ê nêzîkatiyeke klasîk e û got: "Dibêje ev behr a min av a te. Dixwaze ji sifirê dest pê bike. Wekî ku şoreşek pêk nehatibe û tu têkoşîn çênebûbe û tu bedêl nehatibin dayîn. Heya niha ENKS'ê têkiliyên xwe yn bi Tirkiyeyê re bi dawî nekiriye. Bi zimanê dijminan diaxivin. Wekî dijmin nêz dibin, dibêjin bila zimanê kurdan nebe, kurd nebin wxedîstatu."   100 SAL BERÊ Û KURD   Berekat, destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û got, kurd jî ji bo di vê pêvajoyê de azad bibin divê hêza xwe bikin yek û bibin yek. Berketa got: "Sed sal berê bi destê hin eşîran û niha jî bi destê hin partiyên siyasî statuya kurdan tê astengkirin. Li ehr çar perçeyan kesên bi dewletê re tevkariyê dikin, kirin ku dewlet bi ser bikevin û piştî karê dewletan qediyan ew tunekirin. Ev rewş ji bo gelê kurd cihê talûkeyeke pir mezin e. Perçebûyîn dike ku kurd bêhêz û bêparastin bin. Kurd, bi vî awayî bêtir diêşin. Dem ne dema partiyan, dema yekîtiya neteweyî ye."   PIRGIRÊKÊN NAVXWEYÎ Û AZADÎ   Rojnamevan Hakki Boltan jî bibîr xist ku di demên dawî de li Tirkiyeyê partî û rêxistinên kurd tifaqek çêkirine û di çaçroveya vê tifaqê de xebatên ji bo Tifaqa Kurdistanî hatine kirin, lê belê hin partî jî di nava vê tifaqê de cih negirtine. Boltan, bilêv kir ku gava mirov behsa azadiya wlatekî bike, ewilî yekîtiya neteweyî tê bîra mirov û got: "Gelek welat bi yekîtiya neteweyî azad bûne. Yekîtiya neteweyî hêza herî zexm a welêt e. Ev hêz, dike ku pirsgirêkên navxweyî bi dawî bibin û meseleyên bingehîn esas bên girtin. Hêza neteweyî tenê nabe cihê hêzekê, di heman demê de sînerjiyekê jî diafirîne. Sînerjiya wê rê li ber azadiyê vedike."   ÇIMA KURD NABIN YEK?   Boltan, diyar kir ku lê belê li her welatî pêkanîna yekîtiya neteweyî jî ne wisa rihet e û got: "Li cîhanê jî mînakên vê yekê hene. Di pêvajoyên wisa de hin rêxistin ligel dijmin cih digirin û ji dijminê xwe bêtir li dijî gelê xwe şer dikin. Partiyên ku dagirker pirşgiriyê didin wan wisa ne. Xwe nadin ber yekîtiyê. Ev rewş li Kurdistanê jî heye. Û dikarin bibêjin pir e. Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagirkirin. Her perçe jî di nava xwe de bûye deh perçe. Ev dagirkerî destekê ji qada navneteweyî jî digire. Hin hêz hene dagirker wan bicih kirine. Yekîtiya bi vana re zehmet e. Lê belê çi qasî zehmet be jî divê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî çêbibin. Her wiha wê yekîtiya neteweyî hêzên xwe di bin navê welatperweriyê didin der jî teşhîr bike. Teşhirkirin girîng e."   Her wiha Boltan destnîşan kir ku perçebûyîna kurdan di warê temsîliyeta navxweyî û derveyî welêt jî dibe sedema astengiyan û bal kişand ser qelsbûna dîplomasiya kurdan.   TIFAQA DEMOKRASIYÊ   Boltan got: "Li Bakurê Kurdistanê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî bi awayekî xurt didomin. Ji xeynî hin hêzan hemû partî ji bo yekîtiya neteweî hatin gel hev û têdikoşin. Ev yekîtî, kurdan xurttir dike li hemberî dewletê. Her wiha di rewşeke wiha de ligel xebatên yekîtiya neteweyî tifaqa demokrasiyê ya bi derdorên demokratîk re jî ji bo azadiyê girîng e."   BERXWEDAN Û ÊŞ   Rojnamevan Kakşar Oremar jî diyar kir ku li Îranê nêzî 14 milyon kurd dijîn, lê belê ji ber polîtîkayên hikûmetê blawela bûne. Oremar, diyar kir ku li herêmê kurd ji bera berê de têdikoşin û bal kişand ser berxwedana Kela Dimdimê, Şêx Ubeydullahê nehrî, Simkoyê Şikak, Komara Kurdistanê û Dixtor Qasimlo.   BIRÇÎBÛN, DARVEKIRIN Û CIHÊKARÎ   Oremar, anî ziman ku ji ber berxwedanan kurd tim û tim di warê aborî de paş de hatine hiştin û got: "Kolber ji bo gepikek nan bazirganiya sînor dikin û tên kuştin. Li wan çiyayan, di wê berf û baranê de cenazeyên wan jî nayên dîtin. Li ber dadgehê tiştên kurdek bi wan re rû bi rû dimîne, ji sedî sed ji yên azerî yan jî farisekî cuda ne. Kurdek siyasî, kîjan partî dibe bila bibe, li dadgehê di nava du deqeyan de cezayê darvekirinê lê tê birîn. Lê gava ev kes farsek be 5 an jî 10 sal ceza lê tê birîn. Gava farisek bê dravekirin jî cenazeyê wî didin malbatê, lê gava kurdek bê darvekirin cenazeyê wî nadin malbatê. Kes hew xeberê ji cenaze digire."   PERÇEBÛYÎN   Oremar, bilêv kir ku li vê derê jî di navbera partiyan de pirsgirêka yekîtiyê heye û got: "Em li bendê bûn partiyên Rojhilatê bibin yek. Gava ev partî xwedîbandor bûn, Îranê nikaribû kurdan bi drave bike. Nikaribûn wisa bi rihetî kurdan bikujin, li çiyayan. Ev, encama siyasetên partiyên kurdan e."   Oremar, destnîşan kir ku sedema ev qas êşê partiyên siyasî yên kurdan e û got: "Gava berxwedana Kobaniyê pêk hat, kurdên her çar perçeyan li wir bûn. Heger hûn abwer nekin, herin li gorên şehîdan mêze bikin. Ji Xoresanê bigire heya Îlamê, ji Kirmanşanê bigire heya Dîlokê, ji Stenbolê bigire heya Ewropayê navê kurdan heye yan na? Ma ê kurd wekî din çi bikin? Gava partiyên siyasî yên kurd hev du qebûl nekin, wê yê kurd çi bikin."   Her wiha Oremar anî ziman ku li her çar perçeyan gel bangawaziyên partiyên kurdan bêbersiv nehiştine û got: "Ev tenê ne ji bo Rojhilatê Kurdistan, ji bo tevahiya perçeyan derbasdar e. Li her çar perçeyên Kurdistanê bedêl nema ku gel neda. Di fedaîtiyê, di pêşmergetiyê, di gerîlatiyê de kurdan bêtir canê xwe feda kir. Di berxwedan Enfalê, di berxwedanên bakur de nêzî dehhrzar gundên kurdan kavil bûn. Di vê qadê de gog li ber partiyên siyasî ye. Divê partiyên kurdan hemû nelihevkirinên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe yên şexsî deynin cihekî û yekîtiyê ava bikin. Dermanê êş û birîna me ya bi hezaran salan yekîtiya neteweyî ye. Ancax em bi vî awayî dikarina zad bibin."   PERÇEBÛYÎN Û AZADÎ   Rojnamevan Dana Omer jî îqtidara di nava PDK û YNK'ê de bûye du perçe û got, hîn jî dewsa şerê navxweyî heye û got, kesên li dijî kurdan vê perçebûyînê bi kar tînin. Omer, diyar kir ku herêmên di dest PDK'Ê de wekî Herêma Kesk û herêmên di dest YNK'ê de jî wekî herêma Zer hatine binavkirin û bal kişand ser hebûna hêzên dewleta Tirkiyeyê yên li herêmên ku di bin kontrola PDK'ê de ne.   DAGIRKIRIN ZÊDE DIBE   Omer got: "Li herêmên di dest PDK'ê de her diçe dagirkeriya tirk dorfirehtir dibe. Heta pêşmergeyên girêdayî PDK'ê ji bo eskerên tirk noqteyên kontrolkirinê ava dikin û binkeyên wan diparêzin. Gava êrîş tê ser binkeyên wan, ji bo xwe biparêzin gazî pêşmergeyan dikin. Ji lewra dizanin ku PKK êrîşê nabe ser pêşmergeyan. Yanî li herêma kesk dagiriyeke mezin heye. Nexasim jî li herêma Behdînan, Rewandiz, Sîdekan û Soranê dagiriyeke mezin heye. Balafirên şerî yên Tirkiyeyê bi rihetî digerin û bombeberanê dikin. Yanî li Başûr dagiriyeke mezin heye û PDK jî tevkariya vê dike."   GEL YEKÎTIYÊ DIXWAZE   Omer, destnîşan kir ku ji xeynî PDK'ê hema bibêje hemû partî û rêxistinên kurdan yekîtiya neteweyî dixwazin û got: "Gel bêtir dixwaze. Hem li herêma kesk hem jî li herêma zer yekîtiya neteweyî dixwaze û li dijî dagiriyê radibe."   Omer, anî ziman ku PDK xebatên ji bo yekîtiay neteweyî yên li parlemnetoyê û çûyîna deverên cihên ku eskerên tirk lê ne asteng dike û got: "PDK, wekî projeyeke PKK nêzî meseleya yekîtiya neteweyî dibe û tim li dijî wê radibe. Her wiha piştî peymana ji bo 50 salan, PDK destûrê nade tu tiştên der barê yekîtiya neteweyî de."   YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Omer, destnîşan kir ku perçebûyîn herêmê qels dike û got, Tirkiye, Îran û Hikûmeta Iraqê û hêzên din sûdê ji vê perçebûyînê distînin. Herî dawî Omer destnîşan kir ku tekane rêya azadiyê û parastina destkeftiyan yekîtiya neteweyî ye.   MA / Îdrîs Sayilgan