Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd 2020-09-14 09:01:09   MÊRDÎN - Dogan Çetîn ê li Erdîrneyê eskeriya mecbûrî dike gava dibêje "Xwezî perwerdehiya bi kurdî hebûna" du esker bi qundaxên çekên xwe li serê wî dixin. Piştî vê Çetîn radikin nexweşxaneyê. Dogan jî giliyê her du eskeran dike. Dogan got, hin fermandar xwedî li eskerên êrîşkar derketine û niha tu ewleyiya wî tuneye.    Çetîn Dogan (20) ku li navçeya Suloglû ya Edîrneyê li Fermandariya Tûgaya Piyadeyî ya 54'an eskeriyê dike, li eskeriyê bi êrîşa hin eskeran re rû bi rû maye. Li gor agahiyên bi dest ketin, bûyer di 15'ê Tebaxê de qewimiye. Ji ber ku Çetîn bi hin eskeran re bi kurdî axiviye û perwerdehiya bi kurdî parastiye, eskeran êrîş birine ser wî. Esker bi tivinga HK33 li Çetîn dixin. Di êrîşê de serê wî û hin deverên din ên laşê wî derbê dixwin û hestiyê pozê wî û eniya wî jî şikiyaye. Piştî êrîşê Çetîn radikin nexweşxaneyê. Piştî 3 rojên li nexweşxaneyê tê emeliyatkirin.    GILÎ KIR    Çetîn, piştî tê tabûrcîkirin, li Enqereyê hevdîtinê bi Wezareta Dadê û Serokatiya Serfermandariyê re pêk tîne. Lê belê tu tişt ji hevdîtinê dernayê. Li ser vê Çetîn bi destûr tê bajarê xwe Mêrdînê û têkildarî bûyerê li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê giliyê kesên tiliya wan di bûyerêd e heye dike.    Çetîn, di daxwaznameya xwe de gotiye: "Roja bûyerê ez û hin hevalên xwe yên kurd leqayî hev hatin û me bi kurdî xeber da. Hin eskerên bûn şahidê bûyerê êrîş anîn ser min. Ên êrîş anîn ser min qesda wan canê min bû."   Çetîn xwest kesên êrîş birine ser wî bi sûcên "Helwdana ji bo kuştinê, derbkirin, birîndarkirina biqesdî, heqaret, gefxwarin, çêrkirin, cihêkariya zimên û nîjadê" bên cezakirin.    Çetîn, der barê tiştên hatin serê wî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘JI BER KU MIN GOT XWEZÎ ME PERWERDEHIAY BI KURDÎ BIDÎTA'    Çetîn, anî ziman ku niha 4 birayên wî jî ji mecbûrî li eskeriyê ne û got, li eskeriyê terzî ye. Çetîn, bilêv kir ku beriya êrîşê eskerên bi navê Y.K. û Û.K. dîtin ku es bi eskerên kurd re bi kurdî diaxivim û got, piştî eskerên êrîşkar gazî wî kirine çûye cem wan û hinekî sohbet kirine û di sohbetê de mesele hatiye ser kurdan. Çetîn diyar kir ku di dema sohbetê de gotiye "Rihayî, şirnexî, wanî xwişk û birayên min in. Em hemû kurd in, lê ji hev fêm nakin. Xwezî me perwerdehiya bi kurdî bidîta. Heger perwerdehiya bi kurdî heûna me yê pir baş ji hev fêm bikira." Çetîn, anî ziman ku gava wisa gotiye eskerên li cem wî bi çavekî din lê nêrîne. Çetîn, diyar kir ku piştî sohbet qediyaye heman eskeran dîsa gazî wî kiriye û wî birine cihekî ku kamera lê tunebûne.    ‘TIŞTEKÎ PLANKIRÎ'    Çetîn, anî ziman ku Y.K. wî daye ber xeberdanê û got: "Di navbera min û Û.Y. de tu tişt û qayişkêşan çênebûbû. Gav min pişta xwe dayê got, 'Tu yê hesabê şehîdan bidî.' Çawa min pişta xwe dayê bi çekê li nav çavê min xist. 9 kêl li canê min xistin. Pozê min şikiya. Gava ketim erdê jî li min xistin. Bi perçeyên din ên çekê. Parxanê min deririzye. Hîn jî diêşim. Ji ber ku bi pehînan li min xistine dewsa wan xuya nake. Ev kes beriya bûyerê 10-15 deqe bi hev re axivîne. Ev tiştekî plankirî bû. Bi qesdî kirin."    Çetîn, bilêv kir ku kesekî ku wî nas nedikir ew ji nav lepên êrîşkaran derxistiye û wî rakirine nexweşxaneyê. Çetîn, diyar kir ku piştî nexweşxaneyê hatiey tabûrcîkirin û cardin hatiye qişleyê. Çetîn, anî ziman ku gava vegeriyaye ew û êrîşkaran leqayî hev hatine û got, êrîşkaran der barê wî de ji fermandar re gotine "ew terorîst e" û piştî vê fermandar jî li gor wê nêzîk bûye û tevgeriyaye."    Çetîn anî ziman ku piştî vê fermandarê bi navê A.Aç gotiye: "Tu terorîst î, tu qeleş î, çawa te anîne xistine nav eskeran." Çetîn, bilêv kir ku tenê efserekî bi navê T. xwedî lê derketiye û got, bi xêra wî sax filitiye. Çetîn, anî ziman ku paşê destûr wergirtiye û hatiye Mêrdîn.    ESKERÊN KURD BI XETEREYÊ RE RÛ BI RÛ NE    Çetîn, anî ziman ku paşê çûye Serokatiay Serfermandariyê û li wir rayedarekî jê re gotiye: "Tiştekî ku ji destê me bê tuneye. Bûyer li darazê ye." Çetîn, ji bo tiştên hatine serê wî got "nîjadperestî" ye. Her wiha Çetîn destnîşan kir ku li eskeriyê eskerên kurd bi xetereyê re rû bi rû ne.    ESKERÎ: LÊPIRSÎN HATIYE DESTPÊKIRIN    Her wiha Çetîn tişta hatiye serê wî ragihandiye Navenda Ragihandinê ya Serokkomartiyê (CÎMER) e û jê re gotine lêpirsîn hatiye destpêkirin.    MA / Ahmet Kanbal