Çalakiya rûniştinê di roja 3'yemîn de ye: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin 2020-09-12 13:01:03 ŞIRNEX- Çalakiya ku ji aliyê parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ve ku bi armanca balê bikişîne ser şewatên li Çiyayê Cûdî hat lidarxistin, îro di roja 3'yemîn de bi tevlîbûn û piştgiriya parlementerên heremê berdewam dike.   Çalakiya ji aliyê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê  Hasan Ozguneş ve ku bi armanca balê bikşîne ser şewatên li quntarên Çiyayê Cûdî her ku diçe belav dibe hat destpêkirin, îro di roja 3'yemîn de bi piştgirî û tevlîbûna parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Nuran Îmîr,   Meclîsa Jinan a HDP'ê Dayîkên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan dewam dike.    Bêrî çalakiyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên " Cûdî dîroke, neşewitînin" û "Daristanên me dişewitînin, rayedar bêdengin" hatin vekirin.   'BÊDENGIYA RAYEDARAN DIJMINAHIYE'   Parlementer Ozgûneş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Bêdengiya rayedaran tê wateya  dijminahiya xwezaya Kurdistanê. Her çend me bang û hişyariyên xwe ji hemû rayedar, walî û  rayedaran re ragihandin jî tu tedbîr nehatine girtin. Ev tê wateya ku dijminahiya vê erdnîgariyê dikin. Ev dijminahiya li dijî daristana ne. Em wekî parlementerên vê herêmê, rûniştina xwe ya li dijî şewatan didomînin. Îro jî Dayikên Aşitiyê, wekîlên me û rêxistinên meyên navçeyanbeşdarî çalakiya me bûn. Têkoşîna me wê bi 3 rojan re sînordar nemîne. Em ê têkoşîna xwe ya bi gelê xwe re bidomînin."   'ÇALAKIYA ME  MEŞRU YE'   Piştî Ozgûneş, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr jî bal kişand ser şewitandina daristanan û wiha got: "Ez çalakiya rûniştinê ya ku di pêşengiya parlementerê me de hatiye destpêkirin silav dikim. Ev demek dirêje me wekî rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, li hember şewatên daristanan helwesta  xwe nîşan da. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, me bi dehan car li Meclîsê behsa van şewatan kir. Lê mixabin nehat çareserkirin. Li dijî xweza, ziman û nasnameya me şerek bi pergalî tê meşandin. Daristan û darên me, ji bo rêyên qereqolan ev nêzî 3 mehane tên şewitandin. Ev çalakiya rûniştinê ya hatiye destpêkirin rewa ye. Ev çalakî ji bo bicihanîna peywir û berpirsiyariyên rayedarên herêmê û bala raya giştî bikişinê ye."   "EM XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERDIKEVIN'   Îmîr, di dawiya axaftina xwe de 12'yê Îlon Darbeya Leşkerî bibîrxist û wiha got: "Hûn dizanin, îro roja darbeya leşkerî ya 12'yê Îlon ye. Ji 12'yê  Îlona 1998'an vir ve li ser erdnîgariya Kurdistanê êrişên bêexlaq û şerek bêwijdan tê meşandin. Ev 40 salin bi hezaran komkujî û qetlîam pêk anîn. Lê ev 40 sal in, em wekî jinên Kurd, ji 7'ê salî heya 70 salî li dijî zîhniyeta darbeyan li ber xwe didin û têdikoşin dikin. Ew dixwazin em bibin Kurdek mirî. Ew Kurdek bêvîn û bêrûmet dixwazin. Me ala hevalên xwe yên ku li dijî darbeya 12'yê Îlonê têkoşiyan, dewr girtiye. Berdêla vê ala berxwedanê çi dibe bila bibe, em ê bi serfirazî daleqînin. Em ê teslîmî rejîmên dîktator ên mezhebî nebin. Em  çawa, ji bo ziman, çand û nasnameya xwe  tedikoşin, ji îro û şûnde jî emê ji bo xwezaya xwe têbikoşin."     Piştî axaftinan girse  derbasî çalakiya rûniştinê bû. Çalakî bi berzkirina dirûşme û  gotina stranan dewam dike.