HDP: Desthilatdariya AKP-MHP'ê rihê 12'yê Îlonê dewam dike 2020-09-12 11:04:21 ENQERE - MYK'a HDP'ê, têkildarî sersala darbeya leşkerî ya 12'yê Îlonê daxuyanî da û got: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê rih û aqlê 12'yê Îlonê dewam dike. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî darbeyan, rejîmên faşîst û serdestiya yek zilamî her tim dewam bikin."   Lijneya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî 40'emîn sersala darbeya leşkerî ya 12'yê Îlonê daxuyaniyek nivîskî weşand. MYK'a HDP'ê diyar kir ku ligel bi ser darbeyê re  40 sal derbas bûne jî, bandora wê hîna jî dewam dike û wiha got: "Darbeya 12'ê Îlonê îro bi rengekî hê girantir didome.'' HDP'ê bi berdewamî bal kişande ser destgîrkirina bi sed hezaran mirov, girtin, sirgûn, îdam, kiryar nediyar, înfazên bêdara, bêdelatiya li ser Kurd, Elewî, jin, kedkaran, gavên derî hiqûq, desteserkirina mafên karkeran, bêsendîka hiştin, desteserkirina mafê rêxistin, civîn û xwepêşandenan, binpêkirina azadiya raman, derbirîn û agahdarkirinê û got, ''ji aliyê tehrîbata ku ava kirî neynika rêveberiya AKP-MHP'ê ya niha ye.''   Bi berdewamî hat destnîşankirin ku xewn û xeyala generalên darbekar ji hêla desthilata AKP-MHP'ê ve tê birêv birin û wiha hat gotin: ''Pergala Hikûmeta Serokkomariyê, bûye rejîma darbeya leşkerî, faşîzm û daxwazên dîktatorî, di serî de li ser gelê Kurd, li ser civaka Tirkiyê, Elewiyan, jinan û kedkaran tê ferzkirin. Ji vî alî ve desthilata AKP-MHP'ê rih û aqilê darbeya 12'ê Îlonê didomîne.''   HDP'ê dagirkirina şaredarên Kurd, girtina parlamenteran, rakirina hiqûq, demokrasî, mafê mirovan, di yek destî de kombûna yasadanîn, rêveberin û darazê bi bîr xist û got: ''Nîşaneya hişmendiya darbeyê û hevkariya bi hişmendiya darbekeran re ye. 12'ê Îlonê ne tenê navê darbeyekê ye, her wiha duh û îro navê hişmendiya lêgerîna li rêveberiya otorîter e.''