Nameya ku HDP’ê ji Farisogûllari re şand hat desteserkirin 2020-09-12 09:40:59   AMED – Nameya ku HDP’ê ji wekîlê xwe yê girtî Mûsa Farisogûllari yê ku parlamenteriya wî hat betalkirin re şand bi hêceta “propaganda rêxistinê kiriye” ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat desteserkirin.   Ji “Doza Sereke y KCK’ê” bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” ceza li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari hatibû birîn û cezaye wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pejirandin. Piştî ku cezayê Farisogûllari hat pejirandin bi piraniya dengên parlamenterên AKP’ê û MHP’ê parlamenteriya wî hat betalkirin. Farisogûllari niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Farisogûllari ragihand ku nameya partiya wî jê re şandiye rêveberiya girtîgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dest daniye ser nameyê û radestî wî nekirine.   Farisogûllari bi daxwaznameyek serî li Dadgeha Înfazê da û îtîraza desteserkirina nameya xwe kir. Farisogûllari destnîşn kir ku binpêkirina mafê azadiya ragihandinê ye û vê yekê wek pêkanînek kêfî pênase kir. Farisogûllari got heke partiya wî jê re propaganda neke lê wê çi bike û xwest dawî liv an binpêkirinan werin û nameya wî cardin bidinê.    MA / Fethî Balaman