‘Xelasiya ji kevneşopiya darbeyê bi tevgera aştiyê pêkan e' 2020-09-12 09:07:07 ENQERE - Helbestvan Ahmet Tellî ku di dema Darbeya Eskerî ya 12'ê Îlonê de ji mamostetiyê hatibû îxrackirin got: "Faşîzma 12'ê Îlonê hîn jî di nava jiyana me de ye, hîn jî li kuçeyan e û hatiye ketiye nava mala me." Akademîsyen Cenk Yîgîtler ku piştî 15'ê Tîrmehê hat îxrackirin jî got, xelasiya ji kevneşopiya darbeyî, bi tevgereke aştiyê ya civakiyî û xurt pêkan e.   Yek ji serdemên tarî yên Tirkiyeyê jî Darbeya Eskerî ya 12'ê Îlon a 1980'yî ye. Di dema vê darbeyê de hêzên sosyalîst, sendîka û tevgera kurd hedef hatibû girtin. Armanc û hedefa darbeyê, piştî wê jî ji aliyê hemû hikûmetan ve hatin pêkanîn. Di ser 12'ê Îlonê re 40 sal derbas bûn, lê belê ne hikûmetên hatins er kar ne jî partiyên siyasî û koalîsyon dev ji Qanûna Bingehîn a Darbeyê berdan ne jî îşkence, miameleyên xirab û binpêkirinên li dijî azadiya fikr û ramanê yên ji dema darbeyê mayî ji holê rabûn. Her wiha di pirsgirêka kurd de jî hîn jî neçareserî tê ferzkirin.   Rewşa Awarte ku di Qanûna Bingehîn a 1982'yan de hîmê wê hat avêtin û di sala 1983'yan de bû qanûn, ji sala 1987'an heya 2002'yan dewam kir. Meclîsê, Rewşa Awarte 46 caran dirêj kir û li bajarên herêmê heya 2002'yan dewam kir. Lê piştî AKP, hat ser kar Rewşa Awarte bi dawî bû. Lê belê 15 sal şûnde vê carê AKP bi xwe Rewşa Awarte îlan kir. AKP'ê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, di 20'ê Tîrmehê de, Rewşa Awarte îlan kir û 7 caran dirêj kir.   Di dema pêvajya 12'ê Îlonê de yek ji tişta ku di bîra mirovan de maye jî hewldanên 1246 rewşenbîran bûn ku Azîz Nesîn û Prof. Husnu Goksel serekê vê yekê bûn. Rewşenbîran di sala 1984'an de xwestibûn bi sernavê "Çavdêrî û xwestekên der barê pergala demokratîk de" bi navê xwe yê dîtir "Daxwaznameya Rewşenbîran" berpêşî generalê darbekar Kenan Evren bikin. Lê belê Evren, ev yek qbeûl nekiribû û di mîtînegeke Manîsayêd e gotibû: "Me gelek rewşenbîr dîtin, xiyanet li welêt kirin."   Piştî ev qas sal vê carê jî akademîsyenên ku danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" îmze kiribûn, hatibûn tawanbarkirin. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan di 12'ê Çileya 2016'an de gotibû: "Hey musvedeyên rewşenbîr, hûn tarî ne, tarî. Hûn ne rewşenbîr menşewbîr in. Niha em bi xiyaneta qaşo rewşenbîrên ku piranî jê meaşê xwe ji dewletê digirin û nasnameya vê dewletê di bêrîka wan de ye, re rû bi rû ne."   Helbestvan Ahmet Tellî ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de ji mamostetiyê hatibû îxrackirin û di nava 1246 rewşenbîran de cih girtibû û akademîsyen Cenk Yîgîter ku îmze danîbû bin "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" û ji Zanîngeha Enqereyê hatibû îxrackirin, her du pêvajo nirxandin.   Ahmet Tellî ku ji mamostetiyê hatibû îxrackirin, anî ziman ku pêvajoya pê re rû bi rû mabûn di helbesta xwe ya "Av Riziya" de aniye ziman. Tellî, diyar kir ku şahidiya wê demê bixwe jî wehşet bû.   Tellî wiha behsa atmosfera pêvajoyê kir: “Heta salên 70’î tevgera şoreşegerî ya Tirk hinek netewperest mabûn. Gotina bijî biratiya gelên tirk û kurd a Denîz gelek tiştan guhert. Êdî gelê kurd jî şiyar bûbû û di serê govendê de bû. Nasnameya xwe danîbû holê. Tirsa herî mezin a serdestan ew bû ku tevgera azadiya gelê kurd ava bûbû. Ji bo wan kabûs bû. Di encama vê kabûsê de di 12’ê Îlonê de mekanîzmaya darbeye xistin dewrê.”    ‘KAREKTERÊ DARBEYAN DIŞIBIN HEV’    Çawa ku di 12’ê Îlonê de karmend ji karên xwe hatin îxrackirin, di hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2015’an de jî ku OHAL hat ragihandin bi hezaran akademîsyen û kedkarên cemaweriyê ji karên xwe hatin îxrackirin. Her çiqas aktor guherîbin lê sepan neguherîn. Akademîsyen Ceng Yîgîter ê hat îxrackirin jî da zanîn ku tişta ku Tirkiyê bir pêvajoya 15’ê Tîrmehê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û ji 12’ê îlonê vir ve şerek qirêj di dewrê de ye. Yîgîter anî ziman ku di serdema 2015-2016’an de li bajarên hilweşandin û pişt re jî li cihên wek Stenbol, Enqereyê di 15’ê Tîrmehê de bi çekên giran bikar anîn û heke esker ewqas fersendê bibîne wê bixwaze ku darbeye pêk bîne.    Tellî jî wiha got: “Li welatê mîna yê me demokrasî kêm e, li welatên dîktatoriya wêzêde ye karekterê darbeyan dişibe hev. Piştî 12’ê Îlonê bi hezaran însan ji kar hat derxistin. Bêtir şoreşger bûn. Evren cahîlek ku di şaşîtiyên xwe israr dikirbû. Yên ku îro 15’ê Tîrmehê veguherandin fersendê ne jîr in lê belê pirs xasûk in. 15’ê Tîrmehê şerê dabeşkirina îqtîdarê bû. Her çiqas wan di nava hev de şer kir, lê di armanca wan hêzên serwer de şoreşger dîsa hebûn û bi biryarnameyan bi hezaran însan ji pîşeya xwe bûn.”    ‘PÊKANÎNÊN WISA DI 12’Ê ÎLONÊ DE JÎ NEBÛN’   Yîgîter anî ziman ku piştî ragihandina OHAL’ê ya 20’ê Tîrmehê sepanên li pey xwe anî ji sepanên 12’ê Îlonê jî derbas kiriye û tiştên îro diqewimin tiştek wiha di 12’ê Îlonê de tune bûye. Yîgîter got dema vê yekê dikin jî ji qada navnetewî jî kes ji bo van kirinên Tirkiyê nebû asteng.    ‘JI SIYA XWE DITIRSIN’    Tellî diyar kir ku wan xwestiye Muzeya Şermê ya 12’emîn a li Îzmîrê wêneyên Mazlûm Dogan û şoreşgerên hatine darvekirin daliqînin lê hatine astengkirin û got: “Êdî wisa bûye ew ji siya xwe jî ditirsin. Nehiştin em wêneyê Mazlûm Dogan bixin Muzeyê. Ev yek nîşan dide ku hêj faşîzma 12’ê Îlonê di nava jiyana me kuçe û malên me de ye.”    AKP DARBEYÊ MAYÎNDE KIR    Qanûna bingehîn û saziyên 12’ê Îlonê hêj hebûna xwe diparêz in. Piştî rakirina OHAL’a 2016’an her çiqas di tîrmeha 2018’an de hat rakirin jî lê belê yasayên wê OHAL’ê di dewrê de ne û bûne mayînde.    Yîgîter anî ziman ku Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de parçeyek darbeye ne û ji bo birêvebirina îqtîdarê pêdiviyê bi şer dibînin. Yîgîter da zanîn ku rakirina mekanîzmayên darbeye di çareserkirina pirsgirêka kurd de derbas dibe û pêdivî bi tevgerek ked, demokrasî û aştiya civakî ku bi hêz be heye. Yîgîter got heke AKP biçe wê pêdivî bêtir bi vê tevgerê hebe.    Tellî jî herî dawî destnîşan kir ku îqtîdar û muxalefet heman zimanî bikar t îne û muxalefet difikire ku wê îqtîdar ji ber xwe ve biçe, ev yek rê li ber bêçalakîbûnê vedike û bêçalakîtî tiştek xerab e û divê gotinên muxalîf werin li pêşxistin.    MA / Bêrîvan Altan - Emrûllah Acar