Bijîşk Tûran: Gava tenduristkar bi şewbê dikevin kêfxweş dibin 2020-09-12 09:02:10   AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, bal kişand ser şert û mercên tenduristkaran û got: "Gava tenduristkar bi şewba Covîd-19'ê dikevin kêfxweş dibin. Dibêjin 'qet nebe em ê 14 rojan bêhna xw evedin.' Yanî rewş ev qasî xirab bûye."    Odeya Bijîşkan a Amedê çend roj berê rapora meha Tîrmeh-Tebaxê ya der barê şewba Covîd-19'ê parve kiribû. Di raporê de hatibû diyarkirin ku li bajêr rojê 400-450 kes bi şewbê dikevin û her wiha li bajêr jî nêzî 600 tenduristkar nefekte bûne.    REWŞA TENDURISTAKARN     Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, destnîşan kir ku her diçe rewş xirabtir dibe. Tûran, bilêv kir ku di têkoşîna li dijî şewbê de barê tenduristkaran girantir dibe û got: "Hema bibêje di têkoşîna li dijî pandemiyê de hemû berpirsiyarî ketiye ser milê tenduristkaran. Divê pirsgirêk li cihê cih bê helkirin. Lewma divê ekîpmana parêzkar bidin tenduristkaran. Lê belê ekîpmanên qels didin wan."    Her wiha Tûran anî ziman ku car heye tenduristkar bêmaske jî dimînin û got, êdî hew ekîpmana parêzkar didin tenduristkarên li Navenda Tenduristiya ya Malbatî.    Tûran bibîr xist ku hefteya borî bijîşk Mehmet Kan jiyana xwe ji dest daye û got: "Me karibû pêşî li ber vê mirinê bigire. Em xemgîn in ku kesek ji ber nexweşîneke ku diakribû pêşî lê bê girtin jiyana xwe ji dest daye. Gava di civakê de hejmara pêketiayn zêde dibe, xetereya li ser tenduristkaran jî zêde dibe. Her diçe bêtir bi xetereyê re rû bi rû dimînin. Barê kar jî giran dibe. Hin jê hene nexweşînên wan ên kronîk hene. Lê belê dîsa jî dixebitin." Tûran, bilêv kir ku niha hejmara tenduristkaran kêm e û ji ber vê barê xebatkarên din girnatir dibe. Tûran, bal kişand ser tenduristkarên bi KHK'yan hatine îxrackirin û got, heger ev kes cardin vegerin ser kar, wê ev bar sivik bibe.    TENDURISTIYA CIVAKÊ Û TENDURISTKAR    Her wiha Tûran bal kişand ser rwşa tenduristkarên bi hinceta lêprisîna ewlehiyê yanên tayinkirin jî. Tûran, xwest rojek berî rojekê ev kesên navbirî bên tayinkirin. Tûran got: "Tu çi qas nexweşxaneyan vedikî veke. Lê heya şert û merc neyên başkirin, wê ew nexweşxane cardin tije bibin. Em mexdûriyeta tenduritkaran ji holê rakin. Gava kedkarên tenduristiyê nikaribin bixebitin, wê rewşa tenduristiya civakê jî ev be. Divê tenduristiya civakê esas bê girtin."    Tûran, destnîşan kir ku divê tenduristkar tim bên testkirin û got, heger ev yek bê kirin wê pêşî li ebr xetereya pêketinê bê girtin. Tûran, anî ziman ku rewş veguheriye rewşeke lezgîn û got: "Gava tenduristkar bi şewba Covîd-19'ê dikevin kêfxweş dibin. Dibêjin 'qet nebe em ê 14 rojan bêhna xw evedin.' Yanî rewş ev qasî xirab bûye. Xebatkarên tenduristiyê gava bi şewbê diekvin hinekî bêhna xwe vedidin."    MA / Fethî Balaman