Parlamenterên HDP’ê beşdarî çalakiya Ozguneş dibin 2020-09-11 16:34:00 ŞIRNEX - Çalakiya ku ji hêla Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ê ku ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî hat destpêkirin wê sibê bi beşdariya komek parlementerên HDP’ê di roja 3'yemîn de bidome.   Li quntarên Çiyayê Cûdî şewat bênavber berdewam dike û tê gotin heta niha mudaxile nehatiye kirin. Çalakiya ku duh ji aliyê Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ve ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî  hat destpêkirin, îro bi piştgirî û tevlîbûna Meclîsa Jinana a HDP'ê, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê yên Şirnex û navçeyên di roja 2'yemîn de berdewam kir. Di nava rojê de çalakî bi berzkirina dirûşmayen dewam kir û dem bi dem polîsan ji bo tepisandina dengê jinan hişyarî dan.    Hat zanîn ku wê sibê çalakî bi beşdariya komek parlementerên HDP’ê dê di roja 3’yemîn de berdewam bike. HDP’iyan îro navber da çalakiyê û sibehê şeveqê berdewam bikin.