AYM'ê hikma ‘di rêyên navbajaran de meş nayên lidarxistin’ betal kir 2020-09-11 15:37:44   ENQERE – Dadgeha Destûra Bingehîn, hikma ‘di rêyên navbajaran de meş nayên lidarxistin’ ya di Qanûna Hejmara 2911 a Meş û Civînan de cih digire, betal kir.    Dadgeha Destûra Bingehîn, hikma ‘di rêyên navbajaran de meş nayên lidarxistin’ ya di Qanûna Hejmara 2911 a Meş û Civînan de cih digire, li dijî Destûra Bingehîn dît û betal kir. Hat hînbûn ku biryar duh bi piraniya dengan hatiye girtin û hinceta betalkirinê dê paşê bê aşkerakirin.   Di meha hezîranê de Walîtiya Enqereyê, vê qanûnê kiribû hincet û di serî de meşên baroyan û meşên rêxistinên pîşeyî yên ber bi Enqereyê ve asteng kiribû.