TTB’ê bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anî: Divê bijîşkên serbixwe biçin girtîgehan 2020-09-11 15:08:34 ENQERE – Sekreterê Giştî yê TTB’ê Bulent Nazim Yilmaz bi Midurê Giştî yê Girtîgehan Yilmaz Çîftçî re hevdîtin pêk anî. Nazim Yilmaz got wan ji midur re gotiye xizmeta tenduristiyê li girtigehan nayê kirin û dawaz kirine ku şandeyên bijîşkan ên serbixwe biçin girtîgehan.   Sekrterê Giştî yê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Bulent Nazim Yilmaz û endama Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Selma Gungor bi Midurê Giştî yê Girtîgehan Yilmaz Çîftçî re duh hevdîtin pêk anîbûn. Di hevdîtinê de xizmeta tenduristiya li girtîgehan, pirsgirêkên di pêvajoya Kovîd-19 de derketin holê, tevdîrên hatine girtin, rojiyên mirinê, sepanên tecrît û îzolasyonê hatine axivîn.    Sekreterê TTB’ê Bulent Nazim Yilmaz derbarê hevdîtinê de ji ajansa me re axivî û got ji ber şewba koronayê hevdîtin dereng ketiye û TTB bi taybetî bi qada girtîgehan re eleqedar dibe.    HER ME BI SEDAN NAME JI WAN RE DIÇIN   Yilmaz anî ziman ku her meh bi sedan name ji girtiyan ji bo saziya wan tê û got: “Di nameyên ji me re tên de daxwaza maf û xizmeta tenduristiyê dikin. Qala binpêkirinên mafan dikin. Em jî ji ber wezîfeya xwe neçarin ku bi taybetî eleqedar bibin û bikin rojeva cihên eleqedar.”    PÊDIVÎ BI ŞANDEYA BIJÎŞKAN A SERBIXWE HEYE    Yilmaz da zanîn ku wan ji midur re gotiye ku li girtîgehan pergalek tenduristiyê ya ji bo li girtîgehan xizmeta tenduristiyê were kirin nîne û jê re gotine pêdivî bi şandeyên bijîşkên taybet û serbixwe heye ku biçin girtîgehan lêkolînê bikin û bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin û kontrola wan bikin. Yilmaz diyar kir ku wan ji midur re qala polîtîkaya tecrîd, binpêkirina mafan, îzolasyon û zextên li ser girtiyan kirine û xwestine şert û mercên girtiyan werin başkirin.