‘Deriyê Îmraliyê dikare bi bertekên civakî vebe' 2020-09-11 10:42:05 AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Salîh Tekîn, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê ya 12'ê Îlonê ku bû sedema destpêkirina "Pêvajoya çareseriyê" diyar kir ku çi cara bertekên civakî pêş dikevin derî vedibe. Dîsa ji bo deriyê Îmraliyê vebe, pêdivî bi bertekên civakî û rêxistinî hene."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind di tecrîdê de tê girtin. Polîtîkaya tecrîdkirina Ocalan didome. Ocalan, beriya radestî Tirkiyeyê bê girtin û piştî hat girtin di têkoşîn û şerê 40 salan de heta niha gelek caran jin bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyê çareser bibe agirbesta yek alî îlan kir. Gelek caran pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir. Lê tevî hemû hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriyê tecrîd didome. Destûr nadin ku parêzer, malbat biçin Îmraliyê. Destûr nadin ku hevdîtin bên kirin û Ocalan bi rêya name, telefon û rêyên din bi derve re têkiliyê dîne. Li dijî tecrîdê girtiyan heta niha gelek caran çalakî li dar xistin. Yek ji van çalakiyan çalakiya 12'ê îlona 2012'an bû.    Girtiyên siyasî yên PKK'î û PAJK'î bi daxwaza "şertên azadî, tenduristî û ewlehiya Ocalan bên rastkirin û mafê parastina zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn" dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên siyasî bi 10 kesan dest bi çalakiyê kir û li hezaran girtiyan belav bû. Piştî koma ewil koma duyemîn li 58 girtîgehan bi tevlêbûna 483 girtiyan çalakî berdewam kir. Piştre bi hezaran girtî ketin grevê û 67 rojan berdewam kir. Di roja 68'an de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan di vê hevdîtinê de bang li girtiyan kir û xwest dawî li çalakiyê bînin. Ev wekî "Pêvajoya Çareseriyê" ket nava rûpelên dîrokê. Girtî û kadroyên pêşeng ên PKK'ê piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'an li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê dest bi rojiya mirinê kiribûn. Ev çalakiya girtiyan wekî "Berxwedana Mezin a Dîrokî" derbasû rûpelên dîrokê bû.    Piştî greva birçîbûnê di navbera Ocalan û hikûmeta AKP'ê de hevdîtin hatin kirin. Piştî şerê 40 salan yekem caran agirbesta herî demdirêj pêş ket. Nêzî 3 salan pêvajoya diyalogê pêş ket û şer pêk nehat. Di vê pêvajoyê de heyet çûn îmraliyê. Hem heyeta dewletê û hem jî heyetên HDP'ê çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin. Herî dawî ji bo derbasî pêvajoya muzekereyan bibin Ocalan wekî “Mutabakata Dolmabahçe" ku ji 7 xalan pêk tê, xalên çareseriyê pêşniyarî hikûmet û dewletê kir. Ocalan xwest bi vê hewldanê dawî li şerê çekdarî bîne. Lê piştî vê mutabakatê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan ku wê demê Serokwezîr bû got "Ez vê protokolê nas nakim. Ez vê pêvajoyê davêm sarincê" Di 5'ê Nîsana 2015'an de diyar kir ku êdî çareseriyê bi dawî dikin û êdî heyet nekarîbûn biçin Îmraliyê. Piştre tecrîdê dest pê kir û şer geş bû.    Têkildarî pêvajoyê Rêveberê  Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED) Salîh Tekîn ku di sala 2012'an de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî bû û tev li çalakiya gireva birçîbûnê bûbû ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir.    Tekîn têkildarî pêvajoyê anî ziman ku piştî çalakiyê deriyê girtîeha Îmraliyê vebû û wiha got: "Sedema vekirina deriyê Îmraliyê îqtîdar ket tengasiyê û asê ma. Ji bo xwe ji vê asêbûnê rizgar bike neçar ma ku hevdîtinan bike. Hikûmetê piştre Mutabakata Dolmabahçe red kir û îro heta 2020'ar şer heye. Tecrîd heye. Ev nîşan dide ku îqtîdar çiqas ne cîddî ye. Nîşan dide ku îqtîdarê çiqas raya giştî xapandiye.      ‘OCALAN VÎNA MILYONAN E'    Tekîn, da zanîn ku bi milyonan mirov Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dike û wiha lê zêde kir: "Ocalan yekane aktorê siyasî û çareseriyê ye. Nêzîkatiya li dijî Ocalan nêzîkatiya li dijî gelê Kurd e. Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktorê sereke ye. Heta îro aktorên siyasî ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe neketin nava hewldanên ji dil. Kengî aktorên siyasî dikevin tengasiyê û asê dibin tecrîdê bi dawî dikin. Geşedanên heyî nîşan dide ku Girtîgeha Îmraliyê bi rêbazên keyfî û li dijî hiqûqê tên rêvebirin. Li Îmraliyê hiqûqek sexte heye. Di dewletên hiqûqê de hiqûqa taybet nabe. 21 salin li Îmraliyê hiqûqa taybet heye."     Tekîn, herî dawî destnîşan kir ku Ocalan hêj li Îmraliyê wekî dîl tê girtin û rakirina tecrîdê û vekirina deriyê Îmraliyê bi bertek û nerazibûnên civakî û bi rêxistinî pêkan e û got: "Çawa ku di çalakiya 12'ê îlona 2012'an de bi greva birçîbûnê ya bi girseyî deriyê Îmraliyê vebû, dîsa dikare bi çalakiyên girseyî bê vekirin. Bi tecrîdê dixwazin têkiliya Ocalan û civakê bi temamî ji hev qut bikin. Ji ber ku tecrîd îro li ser tevahiya civakê heye. Ji ber vê yekê divê êdî tecrîd bi dawî bibe."