Li Farqînê mirinek bi guman 2020-09-11 10:29:25   AMED – Jina ciwan Zehra Eken a li navçeya Farqînê dijî, li mala xwe bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.    Li gundê Mala Elîkê ya navçeya Farqîn a Amedê, jina bi navê Zehra Eken di mala xwe de bi awayekê bi guman mirî hat dîtin. Hat îdîakirin ku Eken duh di saetên şevê de bi çekê întîhar kiriye. Cenazeyê Eken ji bo otopsiye anîn Amedê. Piştî otopsiyê, cenazeyê Eken wê li  gundê Elîkê bê definkirin.