Ji ber nivîsa 'ez we pîroz dikim' salek ceza lê birîn! 2020-09-11 09:07:41 WAN - Li Girtîgeha Wanê, di dema lêgerîna li qawîşê de ji ber lîsteya lîstika futbolê û kaxeza li ser "ez we pîroz dikim" nivîsandî salek ceza li Metîn ûyar hatiye birîn.    Li Girtîgeha Wanê der barê girtî Metîn Ûyar de ku 6 sal in girtiye, doz hatiye vekirin. Doz, ji ber kaxezeke li se rhin nav nivîsandî û nivîsa "ez we pîroz dikim" nivîsandî hatiye vekirin. Ûyar, îfadeya xwe de diyar kiriye ku lîsteya navan ji bo lîstika futbolê hatiye amadekirin û wekî din tiştên lê hatine zêdekirin ne aydê wî ne. Lê belê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3'yan a Wanê salek ceza li Ûyar birî. Bi dû re dosye ji Dadgeha Îstinafê ya Wanê re hat şandin.    Ûyar, der barê dozê de parêziya xwe şand. Ûyar, di parêziya xwe de aniye ziman ku gava avêtine ser qawîşê di destê wî de lîsteya ku ji bo tûrnûvaya futbolê amade kiriye hebûye û got: "Jixwe li girtîgehê salê carekê tûrnûvaya futbolê tê lidarxistin. Min jî ji ber tûrnûvayê navê hevalên xwe nivîsand. Ji ber ku min zanibû ne qedexeye di destê min de bû û min ew di nava destê xwe d eveşartibû. Ji xeynî vê kaxezeke din jîd axilî nav îdianameyê hatiye kirin. Lê belê haya min ji vê kaxezê tuneye. Li her odeyekê 3 kes dimînin û li girtîgehê bi giştî 200 kes hene. Gava ji me dixwazin em ji bo tûrnûvayê tîma xwe amade bikin, em jî navan didin îdareyê. Jixwe ne mimkun e ku ji derve tiştekî têxim hundirê girtîgehê. Min tenê nav li ser vê kaxezê nivîsandin. Nîşeya di îdianameyê de tê diyarkirin ne aydê min e."    Dadgehê parêziya Ûyar nirxand û bi îdiaya "tiştên qedexe xistine hundirê girtîgehê" salek ceza li Ûyar birî. Dû re Daîreya 1'emîn a Dadgeha Îstinafê ya Wanê jî cezayê dadgeha herêmî pesend kir.