Çalakiya Ozgûneş wê 3 rojan bidome 2020-09-10 17:40:21   ŞIRNEX- Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ê ku ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî, çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Çalakiya Ozgûneş wê 3 rojan bidomîne.   Zêdeyî 3 mehin li quntarên Çiyayê Cûdî şewat didome. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş ji bo ku balê bikêşîne li ser şewatên herêmê li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya ku îro navber hatî dayî, wê heta 3 di navbera saet 9:00'an û 17:00'an de bidome.   Ozgûneş çalakiya xwe ya îro bi van gotinan bi dawî kir: " Ez li vir bang li hezkiriyên xweza,dar û daristanan dikim, werin em bi hevre xwedî li Cûdî û xwezaya xwe derkevîn."