Wezîr Koca: Li Wanê hejmara nexweş du qat zêde bûye 2020-09-10 14:37:14   WAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hat Wanê û li vir diyar kir ku li bajar hejmara nexweşxan du qat zêde bûye.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hat bajarê Wanê ku yeke ji bajarê ku herî zêde pêketiyên vîrûsa koronayê lê hene. Piştî civîna ku li Walîtiya Wanê hat kirin, Koca daxuyanî da çapemeniyê û derbarê rewşa vîrûsa koronayê ya li bajar axivî. Koca, diyar kir ku careke din hejmarên pêketiyên vîrûsa koronayê zêde bûne û got ku li Wanê hejmara pêketiyên koronayê li gorî meha dawîn du qat zêde bûne.