Ozguneş li dijî xemsariya şewata li Cûdî dest bi çalakiya rûniştinê kir 2020-09-10 14:12:12   ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ji bo ku balê bikişîne ser şewata Çiyayê Cûdî li ber avahiya HDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kir.   Li quntarên Çiyayê Cûdî şewat 3 meh in bênavber didome bi tu awayî nayê vemirandin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê ji bo ku nemûdexelekirina şewatê şermezar bike û balê bikşîne ser şewata li herêmê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.   Ozguneş di çalakiya rûniştinê de dovîzên "Destên xwe ji daristanên me bikişînin” û “Cûdî dişewite rayeder bêdeng in" hilda.      'JIYAN BÊDARISTAN NABE'   Bêriya çalakiyê Ozguneş daxuyanî da çapameniyê. Ozguneş anî ziman ku jiyaneke beyî daristanan ne pêkane û wiha axivî: “Şewata li Cûdî 3 meh in didome. Em baş dizanin ku ev şewata çawa dest pê kirin.  Di encama gulebaranên leşkeran de li vê deverê şewat derdikeve û dibe şewitandina dar û xwezaya me. Gundiyên li qûntarên Çiyayê Cûdî dijîn hewl didin ku mudaxile bikin, lê yên ku mudexileyî şewatê nakin  pêşî li gundiyan digirin. Roja din gerînendeyê daristanê gelek wesayît şand ku agir vemirîne. Lê belê dîsa ji ber sedemên ewlehiyê, leşkeran ew şûn ve şandin. Me gelek caran li ser mijarê hesasiyetên xwe diyar kirin. Me bang li walî, rayedar, wezaret û hikûmetê kir. Lê mixabin me heya niha bersiva erênî nedane me. Ev tê vê wateyê ku ‘bila hemû daristan bişewitin, ne di xema me de ye.’ Kengê ku li Rojavayê Tirkiyê şewatek daristanê çêdibe, em gişt bang dikin û bi hêstiyar tevdigerin. Em dibêjîn ku dilê me dişewite. Ji ber ku daristan ekolojî ye, qada jiyanê ye. Jiyan bê daristan nabe "   LI DIJÎ BÊDENGIYÊ DEST BI ÇALAKIYÊ KIR    Ozguneş da zanîn ku kesên ku ji bo talana xwezayê ya li bajarên rojavayê Tirkiyê dengê xwe derdixin, ji bo şewata li çiyayên Kurdistanê bêdeng dimînin û dengê xwe dernaxin û got: “Ez jî li dijî vê xemsariyê û bêdengiyê dest bi çalakiya rûniştinê dikim.”    Piştî daxuyaniyê Ozguneş dest bi çalakiya rûniştinê kir.