Girtiyê 76 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da 2020-09-10 13:26:22 AMED – Hat îdiakirin ku Bahattîn Kardaş ê 76 salî ku li Girtîgeha Jimara 3'yan a Tîpa T a Amedê dima, di odeya yek kesî de jiyana xwe ji dest daye.   Hat îdiakirin ku Bahattîn Kardaş ê 76 salî ku li Girtîgeha Jimara 3’yan a Tîpa T a Amedê dima, di 9’e Îlonê de di odeya yek kesî de dima ji aliyê gardiyanan ve mirî hat dîtin. Malbata Kardaş diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ku Kardaş “di terenceyan de ketiye û jiyana xwe ji dest daye.” Piştî ku rêveberiya girtîgehê malbat agahdar kir, malbat ji navçeya Elcawaza Bedlîsê hat Amedê. Piştî ku otopsiya cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî hat kirin di 9’ê Îlonê de di saetên êvarê de cenaze girt û çûn navçeya Xelatê ya Bedlîsê. Piştî ku wecibeyên olî pêk anîn di heman rojê de cenazeyê Kardaş li Goristana Abdurrahman Gazî a Xelatê hat veşartin.       ‘ŞERTÊN GIRTÎGEHÊ NEBAŞ IN’   Malbata Kardaş anî ziman ku di 7’ê Îlonê de bi telefonê bi Onder Kardaş re axivîne. Kardaş diyar kiriye ku dema ew bi Bahattîn Kardaş re axivîye, Bahattîn Kardaş jê re gotiye “şertên girtîgehê nebaş in, zehmetiyê dikşînim, av sar e û xwarin nayên xwarin.”   Malbatê diyar kir ku Bahattîn Kardaş beriya 18 rojan ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê bi Abîdîn (42), Onder (35), Tuncer (41), Serhat (26), Ferhat (22) û Sînan Kardaş ê 19 salî re şandine Girtîgeha Jimara 3’yan a Tîpa T a Amedê.    ÇI QEWIMÎ BÛ   Di 26’ê Gulanê de di navbera Malbata Kardaş û Erçetîn de li gundê Arîn a girêdayî navçeya Elcawaza Bedlîsê şer derketibû û di vî şerî de Suleyman Kardaş jiyana xwe ji dest dabû û 2 jê giran 4 kes birîndar bibûn. Bahattîn Kardaş ê 76 salî û ji heman malbatê Abîdîn (42), Onder (35), Tuncer (41), Serhat (26), Ferhat (22) û Sînan (19) salî re hatibûn girtin.