Di doza Şûle Îdîl Dere de biryar hat dayîn 2020-09-10 13:13:41   STENBOL  - Di doza Şule Îdîl Dere ya ku li Stenbolê dibin qamyona kolanê de ma û jiyana xwe ji dest da de, biryar hat dayîn. Li ajokar û 2 kesan ceza hat birin û 4 kesan jî beraet kirin.      Danişîna biryarê ya doza têkildarî mirina xwendekara Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU) Şûle Îdîl Dere (23) a ku di 12’yê Adara 2016’an de li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê di dema li parkê dimeşiya dibin qamyona kolanê ya aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ma bû û jiyana xwe ji dest da de hatibû vekirin, hat dîtin.     Danişîn li 57’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Anadoluya Stenbolê hat dîtin. Parêzer di danişînê de made bûn. Dayika Dere Nesrîn Aslan beşdarî danîşînê bû.      Di danişîn de bir hat dayîn. Ji bo xebatkarê ÎBB û ÎSTAÇ’ê ajokar Mumîn Kiliç 3 sal û 10 meh, ji bo xebatkarên din Îbrahîm Rûhî Kellecî 2 sal û 11 meh û ji bo Zafer Karasaçli jî 2 sal û 1 meh ceza hat birîn. Di heman demê de, ji bo Teyfûr Bîngol, Saffet Altındag, Ergun Ata û Kamil Celal Yildirim biryara beraetê hat dayîn.      Dayika Îdîl Nesrîn Aslan piştî biryarê giriya û wiha hirsa xwe anî ziman: “Min baweriya xwe ya bi edaletê winda kir. Divê berpirsiyarên resen bên darizandin.”