Sedema bûyerên li 13 bajaran pêk tên pirsgirêka kurd û bêkariye 2020-09-10 12:31:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Di lêkolîneke li 13 bajarên herêmê hat kirin de, ji bo bersiva pirsên “Li gorî we pirsgirêka sereke ya herî girîng a Tirkiyeyê çiye?” ji sedî 73,2 bersiva “Pirsgirêka kurd” û “Aborî/bêkarî” hat dayîn.                   Navenda Lêkolinên Qada Sosyo Polîtîk, di navbera 14 û 23’ê Tebaxa 2020’an de, li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê, têkildarî meylên hilbijêran lêkolîneke qadê kir. Di vê xebatê de, helwest, têgîn û meylên hilbijêran ên ji bo pirsgirû çareseriyên bingehîn ên li Tirkiyeyê hatin dest girtin. Ev lêkolîn li bajarên weke Amed, Wan, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Agirî, Bedlîs, Îdir, Kars, Mûş û Sêrtê hat lidarxisitn. Ji bo vê lêkolînê li ser onlînê hevdîtin bi 918 kesan re hat kirin.     Yek ji pirsên ji beşdarvanan hat kirin wiha ye; “Li gorî weke pirsgirêka 1’emîn a girîng a Tirkiyeyê çiye?”   Ji sedî 45,3 beşdarvanan bersiva “Pirsgirêka Kurde”, ji sedî 27,9’an “Bêkarî/aborî”, ji sedî 4,4 “Nebûna Demokrasiyê”, ji sedî 3,9 “Şer û pevçûna heyî”, ji sedî 3,9 “hikumete”, ji sedî 3,3 “Rewşa pergala hiqûqî ya heyî”, ji sedî 3,3 “nebûna mûxalefetê”, ji sedî 2,6 “pergala serokkomariyê”, ji sedî 1,7 “Cemaeta Gulen/FETO” û ji sedî 1,3 “DAIŞ û hwd, rêxistinên radîkal” dan.