Cenazeyê Atsak li Ebexê hat definkirin 2020-09-10 11:52:49   WAN - Cenazeyê Ozlem Atsak a li Bedlîsê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Ebexê ya Wanê hat definkirin.    Cenazeyê Ozlem Atsak a di 13’yê tebaxê de li çoltera Bedlîsê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Ebexê ya Wanê hat definkirin. Malbata Atsak, piştî bihîst ku keça wan jiyana xwe ji dest daye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Malbatê cenazeyê keça xwe duh girt û anî gundê Teqîz ê Ebexê û spart axê.     Cenazeyê Atsak di bin dorpêça eskeran de hat definkirin û ji bilî endamên malbatê destûr nehat dayîn ku kes beşdarî merasîma cenaze bibe.