Turkdogan: Serdana Spano asta hiqûqa Modernetîya Kapîtalîst nîşan dide 2020-09-10 10:17:16   ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan serdana Serokê DMME’yê Robert Spano nirxand û got: “Ev serdan di warê parastina nirxên mafên mirovan de pirsgirêkek mezin e. Asta ku feraseta hiqûqa Modernîteya Kapîtalîst gihîştiyê nîşan dide.”      Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano di serdana xwe ya Tirkiyê de serdana AKP’iyan, qeyûm û Zanîngeha Stenbolê ku herî zêde wezîfedarên hîndekariyê lê hatibûn îxrackirin kir û rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan serdana Spano nirxand.     Turkdogan diyar kir ku wêneyên di serdana Spano de derketin holê ji bo xebatên lobîtiyê yên Tirkiyê di asta DMME’yê sûd jê digire û got: “Di vê serdanê de jî derdikeve holê ku li dijî nirxên mafên mirovan e. Ji bo parastina nirxên mafên mirovan de pirsgirêkek mezin e. Ev serdan ango hevdîtinên Spano yên li Tirkiyê jî asta hiqûqa feraseta Modernîteya Kapatîlast nîşan dide. Feraseta hiqûqa Modernîteya Kapîtalîst pergala mafê mirovan naparêz e. Serdana dadgerê DMME’yê ya ji bo Tirkiyê baweriya ji bo ji nirxên hiqûqa navnetewî û DMME’yê şikandiye. Di serdemek wiha binpêkirina mafê mirovan û hiqûqê di astek wiha jor de ye, em wateyê nadin vê serdanê. Tabloya serdanê asta ku hiqûqa gerdûnî gihîştiyê nîşan dide. Divê meriv bi awayek cidî li ser vê meseleyê bisekine û rexneyên cidî bike. Îstîfa bike biçe li mala xwe rûnê.”    MA / Bêrîvan Altan