Kesê gefa kuştinê girt serî li ÎHD’ê da 2020-09-09 16:18:38   STENBOL – Welatiyê bi navê T.D. diyar kir ku meheke kesên ku li ser rewşên WhatsApp’ê navê “Yekîneya Şerê Taybet” lê xwe kirine gefa kuştinê lê dixwin û serî li ÎHD’ê da.   Welatiyê bi navê T.D. (36), derbarê gefa ku ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan diyar ve li ser telefonê lê tên xwarin, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê da û li şaxê civîneke çapameniyê li dar xist. T.D., diyar kir ku ji meha tebaxê ve ji aliyê kesên ku li ser rewşên WhatsApp’ê navê “Yekîneya Şerê Taybet” lê xwe kirine ve tê tehdîtkirin û derbarê mijarê de serî li dozgeriyê daye û giliya kesên gef lê dixwin kiriye.    ÎHD: EM Ê BIŞOPÎNIN   Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yûrtsever jî diyar kir ku tişta hatiye kirine polîtîkayeke û dê bûyerê bişopînin.