Rojnameger hatin darizandin: Sûcdariyeke di destê we de bimîne 2020-09-09 14:57:31   STENBOL – Rojnamegerên ku ji ber mirina endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê hatibû kuştin kirin nûçe tên darizandin, cara duyemîn derketin pêşberî dadgehê. Rojnameger Ferat Çelîk, di parastina xwe de ev tişt got: “Em bi sûcdariyên ku di destê we de bimînin hatin sûcdarkirin.”     Duyemîn danişîna doza ku ji ber mirina endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê hatibû kuştin kiribûn nûçe, li Gerînendeyê Giştî yê Oda TV’yê Bariş Peylîvan, Nûçegîhana Oda TV’yê Hulya Kiliç, Nivîskarê Yenîçagê Mûrat Ağirel, Midurê Nûçeyan ê Oda TV’yê Bariş Terkoglû û rêveberên Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Aydin Keser hatibû vekirin, li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.    GELEK KES TEVLÎ DANIŞÎNÊ BÛN   Gelêk rêxistinên pîşeyî, parlamenterên HDP, CHP, Îyî Partîyê, Seroka Rêxistina CHP’ê yê Stenbolê Canan Kaftancioglû, nûnerên rêxistinên sivîl, malbatên rojnamegerên girtî tên darizandin û gelek rojnameger danişînê şopandin. Rojnameger Ferhat Çelîk û Bariş Terkoglû ku berdayî tên darizandin û parêzerên wan li danişînê amade bûn, Bariş Pehlîvan, Mûrat Agirel û Hulya Kiliç ku girtî tên darizandin jî ji Girtîgeha Silîvriyê anîn eywana danişînê.    DOZGER XWEST ROJNAMEGER BÊN CEZAKIRIN   Bi hinceta vîrûsa koronayê gelek rojnameger ji eywana danişînê hatin derxistin. Piştî vê yekê heyeta dadgehê derbasî cihê xwe bû û bi tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir. Dozger destpêkê kurteya mutalaayê xwend. Dozger di mutalaayê xwest ku hemû rojnameger bên cezakirin, dosya Erk Acarer bê veqetandin û girtina Bariş Pehlîvan, Mûrat Agirel û Hulya Kiliç bê berdamkirin.    Piştre hemû rojnamegeran bi dorê parastina xwe kirin û beraata xwe xwestin. Rojnamegeran, parastinên xwe de destnîşan kir ku doz doza tebîyekirina rojnamegeran e û ew bi ronkahiya destan li edaletê digerin.    FERHAT ÇELÎK: WÊ DI DESTÊ WE DE BIMÎNE   Rojnameger Ferhat Çelîk, diyar kir ku 7 meh in hewl didin ispat bikin ku rojnameger in û wiha got: “Em bi sûcdariyên ku bi awayekî ecemî li ser meseyê hatine amadekirin tên sûcdarkirin. Ji kîjan aliyî ve bigirin wê di destê we de bimîne. Di nûçeyê de bi awayekî zelal hatiye aşkerakirin ku nûçe çawa hatiye peydakirin. Nûçeyek ku bi rêya înternetê ji raya giştî re hatibe parvekirin heke piştre di çapemeniya nivîskî de cih bigire ev nabe sûc. Ji bo 2 rêz nûçe 19 sal ceza tê xwestin.”   Piştî parastinan heyeta dadgehê 45 deqe navber da danişînê.