Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin 2020-09-09 14:10:15   AMED – Oktay Ozoglû yê endamê HDP’ê diyar kir ku li Emniyeta Erxeniyê polîsan sîxûrî lê ferz kiriye û piştî wî sîxûrî qebûl nekiriye vê carê jî bi telefonkirinê wî aciz kirine.   Oktay Ozoglû yê endamê HDP’ê ku li navçeya Erxeniyê ya Amedê dijî diyar kir ku Emniyeta Erxenî bang li wî kirine û ew jî diçe li ser meraqa derbarê wî lêpirsînek hatiye destpêkirin diçe emniyetê. Ozoglû anî ziman ku ew çûye emniyetê û polîsan beramberî wê pere bidinê sîxûrtî lê ferz kirine û wî jî vê yekê red kiriye û nepjirandiye. Ozoglû got jê xwestine ku kêlî bi kêlî agahî bide emniyetê û heke ew tişta polîs dibêjin qebûl neke dê wî bidin windakirin û dê nikaribe tu karekî bike. Ozoglû da zanîn ku ew di salên 2017-2018’an de ji bi vê yekê re rûbirû maye û piştî gef lê hatine xwarin ew çûye bajarên rojavayê Tirkiyê xebitî ye û wî negirtine karên bi sîgarta.    Ozoglû got wî pêşniyaza polîsan a sîxûrtiyê nepejirandiye û li ser vê yekê polîsan bê navber bi telefonê lê geriyane û wî aciz kirin e. Ozoglû got ew piştî bûyerê çûye serî li Komeleya Mafê Mirovan daye.