Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê 2020-09-09 14:07:48   ÊLIH – Di doza ku derbarê Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku ji peywirê hatibû girtin de hatibû vekirin de biryara bêrayetiyê hat dayîn û ji Êlihê re hat şandin.    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, di 23’ê adarê de hatibû binçavkirin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Demîr ku wê demê hatibû berdan, di meha tîrmehê de di çarçoveya operasyona li dijî KCD’ê de careke din hatibû binçavkirin û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Di doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû amadekirin û pêşkêşî 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatibû kirin, destpêkê paşve hatibû zivirandin. Li ser daxwaza dadgehê, dozgeriyê, dosyayên berê yên derbarê Demîr de ku biryara neşopandinê dabû jî îttîraz kir û careke din ji dadgehê re şand. 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, doznameyê qebûl kir û vê carê jî biryara bêrayetiyê da û ji Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê re şand.    SÛCDARIYA ÇALAKÎ Û HEVSEROKATIYÊ    Di rojên pêş de diyar bibe ku dosya li kîjan dadgehî bê dîtin û li gorî vê biryara dîroka danişînê bê dayîn. Di doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin de çalakiyên siyasî û hevserokatî bûna mijara sûc. Bi hinceta ku delege KCD’ê ye, şaredariyê bi hevşaredariyê bi rê ve dibe bi angaşta “endamtiya rêxistinê” ji Demîr re ji 7,5 salan heta 15 salan ceza xwest.