Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin 2020-09-09 13:52:38   AMED – Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek a ji doza Komeleya Jinan a Rosa 4 meh in girtî dihat darizandin. Îro di danişîna dozê de biryara berdanê hat dayîn.    Danişîna ewil a doza aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek a bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosa de 4 meh in girtî tê darizandin îro li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Şîmşek bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Jinan a Amedê beşdarî danişînê bû. Gelek kesan danişîna Şîmşek şopand û parêzerên wê amade bûn. Şîmşek parastina xwe û daxwaz kir ku were berdan. Dozgerê jî xwest Şîmşek girtî were darizandin.    Parêzer Şivan Cemîl Ozen, Gulan Çagan Kalelî û Cemîle Turhalli parastina miwekîla xwe kiirin û xwestin were berdan. Piştî parastinan dadger derbarê Şîmşek de biryara berdanê da û danişînek din taloqî dîrokek pêş kir.