Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin 2020-09-09 11:46:23   WAN – Rojnamevan Oktay Candemîr ê du roj berê hatibû binçavkirin û hat berdan got dixwazin bi lêpirsînan çavê rojnamevanan bitirsînin û tevî her tiştî jî wê li ser şopa heqîqetê bixebite.        Rojnamevan Oktay Candemîr li ser hesabê medya civakî henekê xwe bi dîziyê “Dîrîlîş Ertûgrûl” ku di TRT’ê de tê weşandin kiribû bi îdiaya “heqaret li bîranîna kes kiriye” li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Wanê hatibû binçavkirin. Candemîr piştî rojekê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Candemîr têkildarî muameleya derbarê xwe de diyar kir ku daraz û emniyet dixwaze bi van binçavkirin û lêpirsînan rojnamevanan çavtirsandî bikin û lê tevî hemû zextên li ser xwe jî dê di rêya heqîqetê de bimeşe û rojnamevaniyê bike. Candemîr got polîsan dest daniye ser arşîv, kompîtor û CD’iyên wî û ev lêpirsîn ji ber henekê xwe bi dîzî kiriye hatiye binçavkirin.    Candemîr anî ziman ku ew li qereqola polîsan di nezaretxaneyek qirêjî de maye û ev yek jî rê li ber nexweşiyê vedike. Candemîr da zanîn ku demek dirêj e li Wanê zext li ser rojnamevanan tê kirin û xwest demildest dawî li van zextên ser rojnamevanan were.