Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin 2020-09-09 10:39:12   AGIRÎ – HDP’ê Şaredariya Panosê bi 136 milyon TL’yî deyn ji AKP’ê dewr girt. Li şaredariyê muçeyê karkeran jî di bin hêczê de ye. Hevşaredaran got rayedar dixwazin wan û xelkê navçeyên bînin dij hev û ew ê di demek kin de rewşê çareser bikin û xizmetê ji xelkê re bikin.    Şaredariya Panosê ya di bin rêveberiya HDP’ê de hema bêje her roj karmendên hêczê li şaredariyê ne û karûbarê hêczê birêve dibin. Şaredariya Panosê ya HDP’yî diyar dike ku wan bi 136 milyon TL’yî deyn şaredariyê ji AKP’ê dewr girtine û ji ber deyn û hêczan nikarin kar û xizmetê bikin.    Hevşaredarên Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç diyar kirin ku ji ber deynê serdema AKP’ê radizînin ew nikarin kar û xebatekê bikin. Hevşaredaran diyar kir ku ji ber deyn demek kin beriya niha hêcz danîne ser wesayîta meqamê û hêj wesayîta xwe wernegirtine û hefteya bihûrî jî bi hêzckirina qaseya şaredariya rûbirû mane. Hevşaredaran anî ziman ku bi van hêczan dixwazin şaredarî were astek ku nexebite û bi van hêczan û deynan pêşiya wan tê girtin.    ‘DIXWAZIN ME Û GELÊ ME BÎNIN HEMBERÎ HEV’    Hevşaredaran da zanîn ku li gel van deyn û hêzcan, nekêşbarên (gayrîmenkul) şaredariyê tên hêczkirin û yek ji van Navenda Çandê ye û tê xwestin şûna çandê bifiroşin. Hevşaredaran got ew bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane û ne mimkin e ew deynê ewqas giran ên şaredariyê razînin. Hevşaredaran got ew nanvçeyek dewlemend in û yek ji navçeyên herî feqîr in. Hevşaredaran anî ziman ku rayedar bi van deyn û hêczan dikin ku şaredarî û xelk werin hember hev û dixwazin di çavê gel de rêveberiya wan reş bikin. Hevşaredaran destnîşan kir ku ew ê di demek kin de pirsgirêkan çareser bikin û ji bo xelkê xwe xizmetê bikin.