ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-09 09:00:30   *Endamê Komîsyona Girtîgehan ê OHD'ê Yûsûf Çakas derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Amedê de xwest ku sepanên cot kelepçekirin, dîmenkêş, lêpîrsînên kêfî, lêgerînên tazî werin çareser kirin û banga hestiyariyê kir.   * Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd, diyar kir ku divê Parlementoya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta herêmê hesab bipirse û wiha got: “Gelê Kurd ji bo ku bibe xwedî hikûmet berdêleke mezin da. Erka parlementoyê ew e ku li rex gel raweste û bi tenê nehêle.”   * Li bajaroka Sogukpinar a Espiyeyê li herêma Çiyayên Kizilkayayê ji ber lêgerîna ji bo madenan xwezaya herêmê her diçe bêtir tê texrîbkirin.   * Yûsûf Ulken ku tevî birayê xwe etariyê dike, anî ziman ku ji dêvla pereyan bi awayê pevguherandinê alvêrê dikin.   * Şaredariya Stewrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bûrsên ku rêveberiya HDP'î dabûn xwendekaran û qoliyên meha Remezanê yên li malbatan hatibûn belavkirin wekî "zirara cemaweriyê" derpêş kirin û xwest pereyê ji bo van tiştan hatiye xwestin Hevşaredar Gulîstan Oncu bide.   * Şanoger Arkin Selek ku piştî ji Şaredariya Efelerê hat derxistin Atolyeya Komî ya Komeleya Çand û Hunerê ava kir, karê xwe yê 32 salan niha tevî koma xwe ya ji 60 kesan pêk tê didomîne.   * Keça Yilmaz Guney Elîf Guney Putunê xwest Sînemaya Yilmaz Guney ku qeyûmê Şaredariya Êlihê ew girtibû, cardin bê vekirin û Yilmaz Guney mîrateyeke çandî û dîrokî ye.   * Seroka Komeleya Hawirdorê ya Salihliyê Parêzer Seçîl Ege Degerlî, diyar kir ku çendî ku der barê tesîsa biyogazê ya li Taxa Çapakliyê doz vekirine jî lê belê tesîs hîn jî tê xebitandin û got, ax û ava Deşta Gedîzê berpêşî şîrketa biyogazê tê kirin.   * Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, diyar kir ku polîtîkaya derveyî ya Tirkiyeyê polîtîkayeke ku ne serî diyar e ne jî binî û got: "Beriya her tiştî divê dev ji vê polîtîkaya ku jê re dibêjin proaktîk bê berdan."   * Danişîna duyemîn a doza 6 rojnamevanên ji ber nûçeya endamê MÎT'ê yê li Lîbya hatibû kuştin tên darizandin dê li 34'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (10.30)    * Danişîna doza xebatkarên Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Kemal Sancili, Zana Kaya, Înan Kizilkaya û Hevserok Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn dê li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.15)    * Danişîna doza xebatkarên ETHA'yê Semîha Şahîn û Pinar Gayip dê li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (11.30)