Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin 2020-09-08 14:06:23 AMED – Baroya Amedê bal kişand ser êrişa nijadperest a li Sakaryayê li dijî karkerên kurd pêk hat û got di şûna dozgeran de walî daxuyaniyan didin û dixwazin bûyerê ji rastiya wê dûr bikin.    Baroya Amedê têkildarî êrişa nijaderest a li Sakaryayê li dijî karkerên kurd ên ji Mêrdînê pêk hat li avahiya Alîkariya Edlî civîna çapameniyê li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û rêveberên baroyê amade bûn. Hevserokê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroyê Sîdar Avşar daxuyanî da û diyar kir ku hevpîşeyên wan ên xwestine alîkariya hiqûqî bidin mexdûran li qereqola cendirmeyan bi astengî, heqaret û tacîzên eskeran re hevrû mane. Avşar anî ziman ku di kêliya îfadeyên mexdûran dihat girtin Waliyê Mêrdînê û Qeymeqamê Şemrexê û gelek payebilindên dewletê çûne qereqolê û ji ber vê hevdîtnê navber dane îfadeyên mexdûran û bandorê li ser îfade dayînê û lêpirsînê kiriye. Avşar got Waliyê Sakarya û rayedarên hikumetê jî xwestine bûyerê ji rastiya wê dûr bixin û bi daxuyaniyan mudaxileyî lêpirsînek bi bandor were birêvebirin kirine.