Li çoltera Kercewsê şewat derket 2020-09-08 12:31:41   ÊLIH – Li gundê Minkêlbê û Êsê yên girêdayî Kercewsê şewat derket û nêzî 100 donim qada ku mêwên trî jî lê hene şewitî.    Di navbera gundên Minkêlbê û Êsê yên girêdayî navçeya Kercewsa Êlihê duh nîvro li qada daristan ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Şêniyên gundan bang li ekîbên agirkujiyê kirin û hat zanîn ku ew dereng çûne qada şewatê. Gundiyan bi derfetên xwe yên kêm mudaxileyî şewatê kir û di saetên êvarê de vemirandin. Li wê qada şewatê mêwên trî jî di nav de nêzî 100 qad şewitî.