Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e 2020-09-08 12:29:17     STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, xwest ku Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû û kesên di çarçoveya operasyona li dijî ESP’ê de hatin binçavkirin tavilê bên berdan û got: “Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk hatiye lidarxistin. Divê hemû kes li dijî vê derkevin.”       Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû jî di nav de 14 kes di çarçoveya operasyona li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) hatin binçavkirin. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû bertek nîşanî operasyona binçav kirine da û got: “Ev operasyon li dijî hemû hêzên demokratîke. Di nîva şevê de bi ser mala Hevberdevkê me Sedat Şenoglû de digirin û wî binçav dikin. Teqez ev nayê qebûl kirin. Dixwazin bi van operasyonan mudaxileyî rêxistinên demokratîk û civakî bikin. Bloka desthilatdariya AKP û MHP’ê hewl dide bi vî awayî beşên muxalîf çav tirsandî bike. Em ê her tim li dijî van polîtîkayên desthilatdariyê yên êrîşkar têkoşîna xwe mezin bikin.”    ‘DIVÊ HEMÛ KES DENG DERXÎN IN’   Ûgûrlû, bang li hêzên demokratîk kir û wiha got: “Ev operasyon ne tenê li dijî ESP’ê ye. Di heman demê de li dijî hemû hêzên demokratîke. Em her roj bi binçavkirinên nû re şiyar dibin. Divê hemû kes evê yekê qebûl nekin û dengê xwe yê li dijî operasyonên binçavkirinê derxîn in.”