Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin 2020-09-08 10:21:38 ENQERE – Ji lîderên muxalefeta Belarusê Maryia Kalesnikava ku li dolmîşek hatibû siwarkirin û revandin hêj agahî jê nehatiye girtin.      Duh serê sibê li bajarê Misk a Belarusê ji lîderên muxalefetê Maryia Kalesnikava li dolmîşek hatibû siwarkirin û revandin. Ji duh ve agahî jê nayê girtin.    Alexander Lukashenko bi awayek guman dîsa bûbû Serokê Dewletê. Li dijî wî xwepêşandan hatibûn destpêkirin. Konseya Koordînasyonê ya xwepêşandanan li dar dixe daxuyanî da û ragihand ku Kalesnikava û endamên wan Andrei Yahorau û Irina Sukhiy ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatine revandin.    Wezareta Karên Navxweyî ya Belarusê têkildarî mijarê îdia kir ku tu agahiya wan jê nîne.    WELATAN BERTEK NÎŞAN DA    Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlekariyê û Karê Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li Serokê Dewletê tê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko kir ku hemû mûxalifên beriya hilbijartina di 9’ê Tebaxê de û piştî wê hatine girtin, serbest were berdan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bila dev ji zextên siyasî jî were berdan.   Wezîrê Karê Karên Navxeyî yê Litvanya Linas Linkevicius jî bertek nîşan da.   Wezîrê Karên Navxweyî yê Elmanya Heiko Maas jî diyar kir ku ew derbarê silametiya Kalesnikova de bi fikar in û xwest demildest derbarê wê de agahî were dayîn.    Wezîrê Karên Navxweyî yê Îngîlîstanê Dominic Raab jî da zanîn ku ev mijara revandinê di rojeva wan de ye.