‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’ 2020-09-08 09:33:00   RIHA – Mehmet Satî Yardimci ji 4’ê îlonê ve li Emniyeta Rihayê di binçavan de ye. Parêzerê Yardimci, Sezaî Akin diyar kir ku beramberî hin bertîlan zextan li miwekîlê wî dikin ku derbarê hin kes3en din de îfade bide.    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê Mehmet Saît Yardimci, Hamdullah Esen û Tayîp Temel ji 4’ê îlonê ve di serdegirtinên malên xwe de hatine binçavkirin û ji wê rojê ve li Şaxa TEM’ê ya Emniyeta Rihayê tên ragirtin.    Mehmet Saît Yardimci ê 60 salî bi parêzerê xwe Sezaî Akin re hevdîtin pêk anî. Akin diyar kir ku miwekîlê wî jê re gotiye ku ew di binçavan de bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk re hevrû maye û her wiha miwekîlê wê jê re gotiye ku beramberî hin bertîlan de polîs lê zextên dikin ku derbarê hin kesên din de îfade bide.    PIŞTÎ HEWLDANEK DIRÊJ WÎ DÎTIYE    Akin anî ziman ku ji ew miwkîlê xwe bibîne gelek hewl daye û di encama hewldanek dirêj de çûye wî dîtiye. Akin da zanîn ku îşkence li miwekîlê wî hatiye kirin û şopa îşkenceyê di laşê wî de heye û cilên wî qetandî bûn. Akin got nediyarek bêhiqûqî heye. Akin diyar kir ku derbarê îşkenceya li miwekîlê wî hatiye kirin de rapor nedane wan. Akin got ew dozê ji nûve dişopînin û dê têkoşîna hiqûqî ya ji bo vê mijarê bidomînin.    DERÎ ŞIKANDINE Û KETINE HUNDIR    Hevjîna Yardimci, Fesla Yardimci jî behsa serdegirtinê û tundiya li wan bûye kir. Yardimci diyar kir ku 4’ê îlonê bi şev bi ser mala wan de girtine û deriyê wan şikandiye û keine mala wan û pişt re îşkence li wan kirine. Yardimci got wê û zarokên wê derxistine ser banê xanî û mala wan serûbin kirine û bandorek neyînî li ser derûniya wan hatiye kirin.    BANGA RAWESTANDINA ÎŞKENCEYÊ KRI    Yardimci destnîşan kir ku polîsan hevjînê wê kelemçe kirine û îşkence lê hatiye kirin. Yardimci da zanîn ku ew dixwazin dinya dengê wan bibîhize û da ku vê îşkenceyê rawestînin.