Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir 2020-09-08 09:06:23   STENBOL - Eda Baydogan anî ziman ku semptomên nexweşîna MS'yê li bavên wê Ekrem Baydogan ê girtî peyda bûne û got, îdareya girtîgehê nahêle bavê wê bê tedawîkirin.    Li gor rapora girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 600 jê giran hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Yek ji wan jî Ekrem Baydogan e. Baydogan di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê de ye.    Keça wî Eda Baydogan anî ziman ku gava 2 salî bûye bavê wê hatiye girtin û 290 sal ceza li bavê wê hatiye birîn. Baydogan, bilêv kir ku bavê xwe li girtîgehê nas kiriye. Niha jî ji ber şewba Covîd-19'ê Baydogan a 17 salî nikare bavê xw ebibîne.    NAYÊ TEDAWÎKIRIN    Baydogan, anî ziman ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan bavê wê nexweş ketiye û got, îdareya girtîgehê jî tedawiya bavê wê asteng dike. Baydogan, da zanîn ku heya niha du caran bavê wê birine nexweşxaneyê û got, semptomên nexweşîna MS'yê (Mûltîpl Skleroz) lê peyda bûne. Baydogan got: "Ev nexweşînek e kronîk e. Di mêjiyê wî de tiştên wekî nepoxan çêdibin. Her wiha ji ber vê mejîpişta wî jî nerihet bûye. Ancax piştî tedawiyeke çar mehan wê teşxîs bê danîn. Lê belê girtîgeh vê yekê nake. Heger nexweşîna wî girna bibe, wê nerihetiyên fizîkî dest pê bikin û wê nikaribe hereket bike. Her wiha dermanên ku divê bi kar bîne jî nadin wî."    Baydogan, anî ziman ku piştî şewba Covîd-19'ê belav bûye gumanên wan jî zêde bûne û got, ev yek jî ji ber helwesta îdareya girtîgehê ye. Baydogan, da zanîn ku îdareya girtîgehê malzemeyên paqijiyê jî nadin û got: "Her wiha bi derfetên xwe maskeyan peyda dikin. Îdareya girtîgehê tiştekî baş nake. Her wiha gava nerihet bibin û wna bibin nexweşxaneyê jî 14 rojan wan di hucreyekê de dikin karantînayê. Kesekî nexweş wê bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne."    Baydogan, destnîşan kir ku îdareya girtîgehê bereksê rêziknameyê tevdigere û got: "Heya niha tenê du caran birine nexweşxaneyê. Bi hinceta pandemiyê mafê nexwexaneyê jî tê binpêkirin. Ji ber ku bavê min rewşa girtiyê nexweş ên dema wî birine nexweşxaneyê û lê xistine ji me re got, mafê wî yê telefonê ku 20 deqe bû kirine deh deqe."    Baydogan, anî ziman ku van pêkanînên derqanûnî qebûl nakin û got: "Ji ber ku bavê min qebûl nekiriye kamera di qawîşa wî de be, gelek ceza lê dibirîn. Bi ser de jî ev ceza. Bêhiqûqîtiyeke mezin heye. Beleheq ceza lê birîne. Lê divê em hem li dijî vî cezayî hem jî li dijî neheqiyên tên kirin dengê xwe bilind bikin. Qet nebe heya baş bibe divê wî bibin nexweşxaneyê û hin tişt bên kirin."    MA / Mehmet Aslan