ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-08 09:00:20   * Çiyayê Cûdî nêzî 3 meh in dişewite. Şewata ku ji hêla welatiyan ve bi derfetên herî kêm ve tê vemirandin û ji ber vê yekê bi hezaran dar şewitîne. Yek ji deverên herî zêde şewatê lê xesar çêkiriye gundê Cifanê ye.    * Mehmet Satî Yardimci ji 4’ê îlonê ve li Emniyeta Rihayê di binçavan de ye. Parêzerê Yardimci, Sezaî Akin diyar kir ku beramberî hin bertîlan zextan li miwekîlê wî dikin ku derbarê hin kes3en din de îfade bide.    * Peyal Guç (55) ku piştî qeyrana dil derbas dike û nikare karê bax û baxçeyê xwe bike, dest bi çêkirina gopalan dike û kesên pêdiviya wan bi gopalan hebe jî bêheq dide wan.    * Eda Baydogan anî ziman ku semptomên nexweşîna MS'yê li bavên wê Ekrem Baydogan ê girtî peyda bûne û got, îdareya girtîgehê nahêle bavê wê bê tedawîkirin.    * Li Colemêrgê welatiyên ku dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirin, bal kişandin ser bihabûna fiyetên giya û kayê û gotin, lê çendî ku şert û merc giran bin jî tekane çavkaniya wan a debarê sewalvanî û çandinî ye.    * Koma Xebat ya Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Neteweyên Yekbûyî, der barê 30 kesên di salên 90'î de hatine windakirin de agahî xwestibûn. Lê belê Tirkiyeyê tenê der barê 9 kesan de bersiv daye. Bersivên ku dane jî bersivine sosret in. Tirkiyeyê ji bo Fehmî Tosûn ku di sala 1995'an de hatiye windakirin gotiye gava di girtîgehê de bûye "reviyaye derveyî welêt" û ji bo Abdulselam Çelîk ku di sala 1997'an de hatiye windakirin jî gotiye, "di sala 1988'an de di nifûsê de mirî dixuyê."    * Li Girtîgeha Sîweregê, Nûrettîn Başaran ê her du lingên wî nagirin û ji sedî 78 astengdare, ji ber hinceta vîrûsa koronayê (Kovîd-19) nayê tedawî kirin.    * Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê Dogan Hatûn, derbarê dîwarê trenê ku bi hinceta pêşîgirtina qezayên muhtemel tê lêkirin axivî û diyar kir ku di 5 salên dawîn de tenê qezayeke bi mirin çêbûye û got ku armanca bingehîn a lêkirina dîwar ewlehî ye.   * Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrêrojhilat  dê têkildarî êrişên nijadperest û bûyerên destdirêjiyê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. (12.00)     * Şaxên ÎHD'ê û OHD'ê yên Îzmîrê dê têkildarî êrişa li dijî karkerên kurd bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar bikin. (18.00)   * Komîsyona Edaletê ya ji bo Gulîstan Dokû dê ji bo xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya ji 5'ê çile ve li Dersimê winda ye dê li Îzmîrê daxuyanî bidin çapemeniyê. (18.30)