Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan 2020-09-07 21:48:36       DERSIM – Aygul û Bedriye Dokû ku ji bo Gulîstan Dokûyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Gulîstan Dokû 247 roj in windaye. Ji ber vê dêya wê Bedriye Dokû û xwişka wê Aygul Dokû li Qada Seyîd Riza dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Polîsan mudaxileyî wan kiribû û ew binçav kiribûn. Dayik Bedriye û xwişk Aygul Dokû hatin berdan.